Polîtîk

Dengdana guhertinên destûrê berdewame

Enqere – Di civîna îro ya parlementoya Tirkiye de maratona guhertina destûrê berdewam kir. Îro dest xala duyem kirin. Heta niha 4 madde hatine qebûl kirin. Lê heta niha ji parlementerên Ak-Partiyê pêvetir kesek din deng nade ku guhertin çêbibin.

MHP di dengdanê de dijê guhertinan denga dide. CHP û BDP tevlî dengdanê nabin û dema dengdanê ji civînê derdikevin. Lê dixweyê eger bi vî awayî berdewam be wê beşa duyem de bi dengên Ak-Partiyê guhertinên destûrê bêne erêkirin. Piştî serokkomar jî erê bike, dê referandum bête kirin.

Di vê dema guhertinên di destûrê de têne kirin, leşker operasyonên xwe berfireh kirine û PKK jî êrîşa dibe li ser bingehên leşkerî. Ev bivê nevê tevlîheviyekî peyda dike û rojevê heta redeyekî diguhirê. Ev yek jî astengê di rêya guhertinan de peyda dike.

Back to top button