Kitêba min a 7’an ya helbestan, ku keda çend salaye,bi navê DİLBEYAR di nav weşanên Veng de derket. Helbestên DİLBEYAR helbestên bijare ne ku min xwest ez bi xwêneran re parve bikim. Li ser berga pêşîn a kitêbê , wêneyek rêzdar Ehmed Guneştekin heye. Kitêbê ji alîyê teknîki ve Kamer Beysulen mizanpaj kirîye.
Dilbeyar 140 rûpele u birîte ji 95 helbestan.Di kitêbê de gelek helbestên dilîni, evîni u civakî hene. Helbestên kîtêbê hinek caran serbestin u gelek caran jî bi kêşe u kafîye ne.
Dema mirov helbestan dixwîne mirov helbesta klasîk a Kurdî jî bivê-nevê tîne bira xwe.Tikaye rexne u pêşnîyarên xwe ji bo min bişeynin Ez bi dilşahî kitêbê pêşkêşî bîr u raya Kurdewarî dikim.
Latif Epozdemir
[email protected] 0549-5031313
Weşanxana VENG : 0212-6318538