Axaftina hisî xisare nijadia
Ji roja 16ê vê mehê heta niha, pir tişt hatin guhertin û Medyaya Kurdî jî tofan rakiriye. Helbet ev hawe nîşana nijadmendiya Kurdan a zêde ye ku dibû. Lê ji aliyekî ve jî, Kurd di Medyayê de zêde cudatiya dost û nehezên xwe ji hev nakin û her kesî tawanbar dikin û didin ber dasa xwe. Ev hawe jî xisar dide doza pîroz.Erê rast e Kerkûk, Şengal û gelek herêmên dî di nava çend saetan de ji aliyê hêzên Îran û Îraqê ve û bi desteka Tirkiyê hatin vegirtin. Di wê şevê de bi sedan nivîsên bêtore ji aliyê Kurdan ve dihatin weşandin ku piraniya wan çêr û dijûnên gundane bûn ku mejiyê meriv ji wan gotinan dixeliya. Ew peyvên xirab tev, li dijê wan dewletên dos û alîkarên Kurdan bûn. Lê kesî zêde hedan nedikir ka wê encam bibe çi.Bêguman kesê ku li medyayê nivîs diweşîne, jê re zana, nivîskar û rewşenbîr tê gotin. Dema pisporên biyanî jî wan nivîsan bereçav dikin û analîza wan dikin, pileya zanîna kesên medyaya kurdî rind fêm dikin ku gehane çi radeyê. Nivîsên wisa xisareke mezin didin doza nijadî ya Kurd.Peyvên wisa bêteşe ji aliyê wan dewletên dost û alîkarên Kurdan ve nayên pejirandin ku Kurd ji wan re bêjin. Qenciya alîkariya wan bi Kurdan re, ne ew dijûn û sixêf in.Kesên ku wisa peyvên xirab dibêjin, dibe ku ew peya û şevgêrên dijminan bin jî, lê divê Kurdên bîrewer bibin asteng û li dijê kesên wisa derkevin.Pêşiyên me gotine: “Mar bi xebera xweş ji qula xwe derdikeve.“Eger dijminê meriv be jî, divê meriv bi xebera xweş ber pê ve here. Yanena, meriv xisar li xwe dike.20/ 10/ 2017, 03.24Zeynelabidin Zinar