Polîtîk

Dost jî dijmîn jî dê bibînin ku tu kes dê nikaribe îradaye serxwebunê bişkîne

 Dagirkirina Kerkukê, li dijî îradeye serxwebûnê ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê darbeyeke pilankirî bû, di dilê Kurdistanê de birîneke kûr vekiribû.Bi serîhildana gelê me, derxistina Heşdî Şahbî ya ji Kerkûk, Şingal û Xaneqînê, ji bo pêçana vê birîna kûr gava ewil e .Gelê Kurdistanê bi serhildana xwe aşkere kiriye ku, dê teslîmî dagirker û mêtingehkaran nebe.Helbete ku di rêya serxwebûnê de, hîna gelek kar li ber gelê me he ne. Lê tu şika me tune ye ku, Kurdistan dê gav bi gav careke din jî ji destê hemû hêzên dagirker bê rizgar kirin û li gor  îradeya gelê me ya ji %92.73 ya ‘’Êrê’’ya serxwebûnê, dê bê îspat kirin ku, îlan kirina serxwebûnê ne forteke vala ye.Berîya her tiştî divê yekrêzî û tifaqa partiyên sîyasî û pêşmergeyên qehreman hîna xurtir bê hûnandin. Divê rê nê dayin ku tu peşk  û derz li  vê hemahengîyê bikeve.Heta ku ev yekgirtin hebe, tu kes dê nikaribe rê li ber serkeftin û serxwebûnê bigire.Hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê divê bi vê hişmendîyê û bi sebir, bi dîrayet tevbigerin.19.10.2017 Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê

Back to top button