Hilbijartin û Tifaqên siyasî!
Hilbijartinên herêmî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê roj bi roj bi nirxandinên cuda dikeve rojeva siyasî de. Partiyên siyasî li gora bernameyên xwe dest propagandeyê kirine. Ji aliyek din ve rojnemevan, siyasetmedar û medya jî ji aliyê xwe ve rojane rewşa partiyên siyasî gotubêj dikin û behsa encama dikin. Dezgehên lêkolina dest rapirsîna kirine û encamên cuda derdikevin hole.
Lê ji ber ku hêja aliyên siyasî li hemû deveran berbijêrên xwe bi awayek fermi destnîşan nekirine, rewşa partiyan dikare bê guhertin. Piştî pejirandina berbijêrên partiyan û yên serbixwe bi fermi ji aliyê Dezgehê Bilind ê Hilbijartinê ve bê ragihandin, dê hinge nirxandin jî di awayek din bêne kirin û şirovekar jî dikarin behtir behsa tiştên objektîf bikin.
Dixweyê AK Partiyê Stanbol kiriye nawenda hilbijartinê, ji ber ku encama li Stanbolê derkeve hole, dikare bandore li rewşa siyasî ya Tirkiye bike. Dikare bibe sedem hinek partî behtir têkilhev bibin û nakokiyên partiyan yên navxwe kûrtir bibe. Ji aliyek din ve eger CHP li Stanbolê serbikeve ji bo desthilatê dibe pirsa îtibara siyasî û dê encamên vê yekê jî hebin.
Di van hilbijartinan de taybetî li Stanbolê behsa îtifaqa navbera DEM û CHPÊ de tê kirin, lê ji aliyek din berpirsên DEMê ji bo Stanbolê li gel AK Partiyê jî hevdîtina dikin û van hevdîtinên li gel AK Partiyê ji bingehê xwe vedişêrin , ji ber ku heta niha tine dijitiya Erdogan wek pîvan girtin û hevkarî li gel CHPê kirin, vê yekê jî xûsara wan û CHPê jî kir. Niha jî îdia dikin ku eger li gel CHPê li hevbikin dê vê yekê bi awayek şefaf û eşkere bikin. Lê berpirsên DEMê newêrin behsa pêwendiyên xwe li gel AK Partiyê bikin. DEM li gora xwe dileyze, lê dixweyê di van hilbijartinan de DEM di nava gotubêjan de ye û cara yekem e ku di nava DEMê de taybetî di nava bingehê DEMê de niqaşên cuda têne kirin dengên muxalîf derdikevin.
DEM di nava xwe de hilbijartinên destpêkê çêkirin da ku li gora daxwaziya endamên partiyê berbijêra destnîşan bikin, lê ev tenê xapandinek bû. Minak li Mêrdînê Ahmet Turk hilbijartinan de dengê pêwist wernegirtin û Turk bertek nîşanda. Turk xwe ji siyaseta aktîf vekişand û ev yek ji Raya Giştî re eşkere kir. Lê hat zanîn ku, kesên nêzikî Turk berbijêrê li himber Turk tehdît kirin û ew mecbûr kirin ku xwe vekişe û cardin bangî Turk kirin û ew kirin berbijêrê DEMê. Turk wek ku tiştek nebûye qebûl kir.
Li vê derê du tişt derdikevin hole. Yek pirsa Qayuma ye, başe ji berî niha Turk serokê Şeredariya Mêrdînê bû , lê dewsa wî de qayum hate tayîn kirin. Çima cardin Turk dikin berbijêr? Demekî dixwazin cardin dewsa Turk de qayum bê tayin kirin da ku li ser vê yekê prîmek siyasî destbêxin. Yanî DEM bi xwe firseta tayinkirina qayûma dide destê hukumetê.
Duyem, hilbijartinên destpêkê leyiztikek bû. Cardin biryar ji cihêk tabett derket. Yanî bi awayek demokratik DEMê di navxwe de berbijêr destnîşan nekirin û wan jî wek hemû partiyan kirin.
Eve demeke pirsa berbijêriya Başak Demirtaş a Stanbolê tê rojevê. Başak Xanim serî li DEMê daye ku ji bo bibe berbijêrê Şeredariya Stanbolê. DEM vê yekê li himber CHPê jî wek qertekî bi kar tîne. Dê heta du sê rojan ev tevlîhevî berdewam bike. 5ê Sibatê DEM helwesta xwe eşkere dike. Lê gerek baş bê zanîn tu taybetmediya Başak Demirtaş ji bilî ku hevjîna Selahattin Demirtaş e tuneye. Ev yek jî bi awayek siyaseta DEMê ya navxwe ye.Minakên wek vê berê jî hatine dîtin. Ev babet pirsek dine ku, gerek demek pêwist werê gotubêj kirin.
Hevdîtinên Partiya Refahê û AK Partiyê ji bo Stanbolê berdewamin. Eger AK Partî û refah li hevbikin dê şansê serkeftina berbijêrê AKPê zêdetir bibe. Ji xwe eger DEM berbijêrê xwe li Stanbolê derêxe ev jî bandorê li encama hilbijartina dike û cardin şansê AKPê zêdetir dibe.
Li Stanbolê % 3 heta 4 rêjeya dengên Pertiya Refahê heye. Rewşa DEMê ne gelek zelal e û her çibe ihtimala hinek dengên DEMê cardin herin ji Îmamoglure heye. Ev jî bişekî ji taybetmendiya hilbijartinên herêmî derdikev pêş. Li Stanbolê tevgerek din a Kurda heye, lê ev jî dixweyê dê piştî 15ê ADARê bêhtir bê xûyakirin.
2.02.2024
Nêrîn / Şirove