Di meha Çile ya 2024an de 74 girtî hatin darvekirin

Li Îranê darvekirin berdewam e. Piranîya kesên ku tên darvekirin Kurd in
Ji aliyê Saziyên Mafên Mirovî yên Rojhilatê Kurdistanê ve hat radigandin ku meha borî herî kêm 74 girtiyên ku di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bûn hatine darvekirin û ji sedî 46ê wan Kurd in. Di nav kesên darvekirî de 7 girtiyên siyasî û hinek jî girtiyên olî hene.
Li gor raporên Sazîyên Mafên Mirovî yên Rojhilatê Kurdistanê, li Îranê di meha 34 girtiyên Kurd, 7 girtiyên Tirkmen, 5 girtiyên Belûç û 2 girtiyên hevwelatiyên Efxanistanê li hatine darvekirin.
Li gor hatiye ragihandin, zêdetirîn girtî di girtîgehên parêzgeha Elborzê de hatine darvekirin. Piştî girtîgehên parêzgeha Elborzê, zêdetirîn girtî di girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî girtîgehên parêzgeha Hemedan û girtîgehên parêzgeha Fars û Gîlan de hatine darvekirin.