Cîhan

Di dîroka CIA de cezayê herî giran

Xebatkar û endazyarê CÎA yê berê Joshua Schulte, yê ku rêbazên CIA yên ketina telefonên smart, kompîtur û televîzyonan eşkere kir, 40 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dadgerê ku ev agahî wek ‘Pearl Harbora dîjîtal’ bi nav kir, daxwaza dozgeriyê ya cezayê muebetê red kir.

Endazyarê zanyariyên telefon û komtîterê û xebatkarê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) Joshua Schulte, ji ber ku belgeyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yên çavdêriya hikûmetên biyanî dike eşkere kiribû, 40 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dozger ev yek wek “di dîroka Amerîkayê de derçûna herî mezin” bi nav kir.  

 Dadgehek Amerîkî Schulte ji ber sîxurî, hakkirina kompîturê, biçûkxistina dadgehê, xapandina FBI û paraztina wêneyên îstismara zarokan mehkûm kir. Cezayê heta hetayê ya ku dozgeriyê xwest, nehat qebûlkirin.

Di sala 2017an de belgeyên bi nasnavê “Vault 7” ji Wikileaks derketibûn, amûrên ku CIA karîbû bi hacetên pêşkeftî bikeve nav têlefon, komputer û televizyonan hatin eşkerekirin. Eşkere bû ku îstixbarata Amerîkayê bi van amûran kariye têlefonan veguherîne cîhazên guhdarîkirinê. Schulte di sala 2017an de bi şandina 8 hezar û 761 belgeyên veşartî bo Wikileaksê hat tawanbar kirin. 

 Di îdianameyê de hat gotin ji ber eşkerekirina Schulte îstîxbarata Amerîkayê ziyanek mezin dîtiye, xebatkarên CIA ketine xeterê û bi sed milyonan dolar zirar daye Amerîkayê. Dozger îdia kir ku Schulte piştî girtina xwe jî hewl daye agahîyan eşkere bike, li girtîgehê telefonek peyda kiriye û hewl daye ku di derbarê CIA û rêbazên berhevkirina agahiyan de agahiyan parve bike.

Back to top button