Cîhan

Tevgera Nûceba wê êrîşên xwe yên li dijî hêzên Amerîkî bidomîne

Tevgera Nuceba, ku yek ji grûpên alîgirê Îranê li Iraqê ye, îro soza berdewamkirina êrîşên ser hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn da.

Bi ser ku Washington hewl dide tola leşkirên xwe yên kujtî hilîne, tevgera Nûceba soz da ku raneweste û li dijî Amerîkîyên li Rojhilata Navîn êrîşan pêk bîne. 

Tevgera Nuceba bi serokatiya Ekrem El-Keabî, ku nûneratiya yek ji girûpên sereke yên tevgera bi navê Berxwedana Îslamî ya Iraqê ye, îro di daxuyaniyekê de ragihand ku her êrîşek Amerîkayê wê bi awayekî guncaw bersivê bibîne. 

Tevgerê got: “Heta ku operasyonên li Xezzeyê ranewestin û Amerîkaya dagîrkir ji Iraqê venekişe, emê nesekinin”.

Back to top button