Kurd, Filistîn, Îsraîl û durûtî

Dinya û milletên ku li ser Filistîn û Filistînîyan digirîn, di kujtin û wêrankirina Kurd û Kurdistanê de bêdeng in, bê helwest û bê wîjdan in..

Nûrî Çelîk
Şerê Hamas û Îsraîlê rojeva dinyayê dagîr kiriye û şer derketiye derveyî sînorên heq û hiqûqê insanetîyê. Di vî şerî de jin û zarok, pîr û kal, bi giştî kesên sivîl tên kujtin û ev yek jî di awira giştî a cîhanê de rastî bertekên mezin tên.
Piştî êrîşa li Enqerê, di 4ê Cotmehê de dewleta Tirk dest bi êrîşên ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir û li Rojava binesazî, santral, bîrên avê, bîrên petrolê û hemû dezgehên sivîl bombebaran kirin û di van bombebaranan de gelek Kurdên sivîl û zarok hatin kujtin. Destpêkirina şerê Hamas û Îsraîlê ji bo êrîşên dewleta Tirk fersendek mezin derxist holê. Êrîşên hewayî û bejayî yên artêşa Tirk îro jî di bin sîya şerê Hamas û Îsraîlê de berdewam dikin. Şerê Hamas û Îsraîlê bûye sedem ku dinya çavên xwe ji Rojava û êrîşên dewleta Tirk re bigire û dengê Kurdan nebihîze. Dinya û milletên ku li ser Filistîn û Filistînîyan digirîn, di kujtin û wêrankirina Kurd û Kurdistanê de bêdeng in, bê helwest û bê wîjdan in. Bê guman ev durûtî hem insanî, hem exlaqî, hem jî wîjdanî li dijî nirxên mirovatîyê ne.
Pirsa Filistîn û Kurdistanê, pirsa Filistînî û Kurdan pirsa aştî û aramîya Rojhilata Navîn e. Sedema hemû nakokî û alozîyên li Rojhilata Navîn ev herdu pirs in. Heger aştî û aramîya Rojhilata Navîn tê xwestin, divê pirsa Filistîn û Kurdistanê bên çareserkirin. Yan na tenê bi çareserkirina pirsa Filistînê ne Rojhilata Navîn aram dibe, ne jî şer jê kêm dibe.
Cihû û Îsraîl dijminên Ereb û Farisan e. Bi gotinek din, Ereb û Faris, yanî bi giştî misilman, Cihû û Îsraîlê neyarên xwe û Îslamê dibînin û sebeba herî mezin a nakokî û alozîya Rojhilata Navîn dibînin. Hem qewmî û hem jî olî wek neyarê sereke dibînin û şerê wê dikin. Pirsa Filistînê ji bo êrîş û neyartîya Îsraîlê tenê nîvsebeb û mahne ye. Ereb û Faris yanî Îran, pirsa Filistînê ji bo armanc û berjewendîyên xwe bi kar tînin. Filistîn îro li Îsraîlê herêmek otonom e, nîvdewlet e, parlamentoya wê heye, serokê wê heye û di bin çavdêrîya Yekîtîya Milletan de hatiye naskirin. Bi qasî ku Îran û Tirkîye piştevanîya Filistînê û neyartîya Îsraîlê dikin 22 dewletên Ereban nakin. Helbet derdê Îran û Tirkîyê ne Filistîn e, ne Filistînî ne. Derd û tirsa wan guhertina nexşeya Rojhilata Navîn e, Kurd e, Kurdistan e û piştgirîya Îsraîlê ye.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû piştî êrîşa Hamasê got „ dema guhertina nexşeyan hatiye“. Her çiqasî bi guhertina nexşeyan xaka Îsraîla qedîm qest bike jî, di guhertina nexşeya Rojhilata Navîn de wê peşk li Kurd û Kurdistanê jî bikeve. Piştî gotinên Netanyahû, bi taybet Tirk ketin panîkek mezin û dest bi senaryoyan kirin û gotinên Netanyahû ji bo xwe wek xeterîyek mezin şirove kirin. Ev yek jî dide nîşandan ku ji Filistîn û Filistînîyan zêdetir ji bo wan xeterîya herî mezin Kurd û damezirandina Kurdistanê ye. Herweha tirsa Îranê jî ev e.
Îsraîl û Cihû jî wek Kurdan di Rojhilata Navîn de welat û milletekî bêxwedî ye. Heger ne ji Amerîkî û rojavayîyan be, wê Ereb û Îran wê daqurtînin û ji holê rakin. Di Rojhilata Navîn de tenê yek keleha Amerîkayê heye, ew jî Îsraîl e. Îsraîl biçe Rojhilata Navîn ji Rûsan û hevalbendên wê re dimîne û ev yek hem ji Amerîkayê, hem ji Îsraîlê û hem ji Kurdan re stûna man û nemanê ye. Îsraîl ji bo Amerîkayê, Kurdistan jî ji bo Îsraîl û Amerîkayê pêwîst û girîng e. Di Rojhilata Navîn de dewleta ku herî zêde karibe barê Amerîka û Îsraîlê siviktir bike û êrîşên li ser kêm bike, damezirandina Kurdistanek serbixwe ye. Kurdistanek serbixwe hem wê mêzîna Rojhilata Navîn li hev ragire, hem wê neyarên Amerîka û Îsraîlê kêmtir bike, hem jî wê dawîyê li şer û alozîyên herêmê bîne.
Helbet em Kurd ji vê yekê re ne amade ne. Em ne xwedîyê wî aqilê kûr û dûr in. Ji stratejîya dûr û dirêj, ji hesabên pêşerojê re ne amade ne. Ne yekîtîyek me heye, ne artêşek me ya netewî û yekgirtî heye, ne aqilê kûr yanî dewleta me ya kûr heye, ne jî stratejîst, pispor û zanyarên me yên gihiştî hene. Siyaseta me siyasetek rojane ye, siyasetek ezezî, kesayetî, malbatî, eşîrtî û partîtîyê ye, ne siyasetek netewî ye. Dîroka me ya 40-45 salî derxist holê ku em ne di wê çapê de ne ku karibin siyasetek netewî bimeşînin, em ne xwedîyê hest û hişmendîyek netewî ne. Ji ber vê jî; em ji nirxên netewî, ji nirxên yekîtîyek netewî, ji hest û helwestek netewî dûr in. Ev yek dibe sebeb ku Amerîka û Îsraîl nikaribin zêde bawerîya xwe bi me bînin û xwe bispêrin me. Nîvazadîya Başûr û Rojava amadekarîyek ji bo Kurdistanek serbixwe û mezin bû, ji bo guhertina nexşeya Rojhilata Navîn bû. Lê nakokî û berjewendîyên partîtîyê ev yek beravêtî kirin û nîvkujtî kirin. Li Başûr nakokî û berjewendîyên PDK û YNK, li Rojava nakokî û dijberîyên ENKS û PYD (PKK) hişt ku plan û projeyên Amerîka û Îsraîlê nîvco bimînin, yan jî têk herin û Kurdistanek serbixwe nîvkujtî bimîne. Evê yekê bêguman xizmeta berjewendîyên dagîrkirên Kurdistanê kiriye û îro jî dike.
Mijara me li ser durûtîyê bû.
Îro di mijara êrîşên ser Filistîn û bi taybet êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê de, û bi giştî di mesela Kurd û Kurdistanê de, di serî de em Kurd û bi giştî jî millet û dewletên dinyayê durûtîyê dikin. Ji xwe em behsa îslamîst, çep û komunîstên Tirkîyê û dewletên dagîrkir nakin. Ew ji xwe xizmetkarên dewleta xwe û parêzerên berjewendîyên wê ne, leşkir û mîlîtanên dewleta xwe ne. Helbet gazind ji wan nabe. Lê gazind ji me Kurdan dibe. Kurdên ku xulamtîya îdeolojîya ummeta Ereb û xelkên ku haya wan ji Kurdan tuneye dikin, bi neyartîya Îsraîlê rûn li ser nanê dagîrkirên Kurdistanê dikin, bindestîya Kurd û Kurdistanê disediqînin û mohr dikin. Tunebûna dezgeh, hêz, rêxistin yan jî partîyek qewmî û netewperest bêguman karê xizmetkarên dewletên dagîrkir hêsantir dike.
Werhasilî kelam, belkî bi saxî ez nebînin, lê hêvîdar im rojek ji rojan nifşekî nû, nifşekî bi hêz û hişmendîyek netewperest û Kurdistanî silavekê bidin Kurdên xwelîser û bêjin EM HENE û EM HATIN!


