Polîtîk
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Banka Navendî ya Iraqê kir
Li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel Elî Mohsin El-Allaq Serokê Banka Navendî ya Iraqê civiya û rewşa darayî ya Iraqê, nirxê dînarê Iraqî û hewlên Banka Navendî yên ji bo aramiya darayî û aborî û derfetên veberhênanê li Iraqê gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî hewlên Banka Navendî ya Iraqê yên ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û parastina nirxê dînarê Iraqî bilind nirxandin û herwesa, balkişand li ser karên pêşîne yên Banka Navendî ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û çareserkirina pirsgirêkên nextîne û darayî.
Her du alî tekez li ser hevkarî û hemahengiya di navbera bankên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Banka Navendî ya Iraqê kirin û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.


