Nivîsar

Çeteyên çekdar “ciwanên Şoreşger“ terorê dikin…

Li rojavayê Kurdistanê çekdarên PKKê zordarî û tadariya li ser civatê bi awayek sistematik di çerçoveya projeyeka ku bikaribin tirsê li ser xelkê ferz bikin de dikin. 

Li rojavayê Kurdistanê ji bo PKK bikaribe hêzên çekdar kom bike biryara leşkeriya mecbûrî da. Li rojava her ciwan dema temenê wî were mecbûre here leşkeriya icbarî bike. Ji bo vê biryarê bi hezaran ciwanên kurd ji dev welat berdan û bûne koçber. Xelk ji bo zarokên xwe rênekin leşkeriya icbarî ew vedişartin û bi awayekî hewldidan wan ji rojavayê Kudistanê derêxin. PKK bi vê projeya xwe de serneket û destpê kir zarokên temen biçûk revandin.

Milisên çekdar bi navê Ciwanên Şoreşger tevdigerin û ev rasterast bi Qendil ve girêdayine û guh nadin kesekê ji bilî Qendil. Fermana xwe rasterast ji Qendil werdigirin. Ev ciwan ne zanane û piraniya wan madeyên hiçber bi kar tinin û evin ku êrîşê cih û malên xelkê dikin. Ciwanên Şoreşger li kolanê bajaran û li gunda digerin, keç û kurên temenê wan biçûk, 11,12,13,14,15 heta 16 salî direvînin û dibin kampên leşkerî û wan perwerde dikin û rêdikin eniyên şer.

Ev babet û zordariya çeteyên PKKê, ji aliyê dezgehên parastina mafên zarokan ve û ji aliyê gelek dezgehên navnetewî ve tê şopandin û ji HSDê dixwazin ku, kesên temên biçûk û zaroka nebin leşkeriyê û vê yekê wek tawanek navnetewî ya şer dihesibînin. HSD car carê yek diduyan azad dike û dixwaze bide nîşandan ku biryarên dezgehên navdewletî bi cih tînin. Lê rastî ne  ev e. Ew bi zanebûn bi sedan zarokan bi çek dikin.

Rojane hezên muxalifê PKKê li rojavayê Kurdistanê vê helwesta çeteyên çekdar rexne dikin û behsê dikin. Gelek alî vê yekê şermezar dikin.

Bi dehan malbatên zarokên revandî li  ber deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo, kom dibin û ji HSDê daxwaziya vegerandina zarokên xwe dikin.

Herkes dizanê ku revandina zarokên temen biçûk kiryarek a PKKê li hemû beşên Kurdistanê  û deverên ku kurd li dijîn e. Di zemanê xwe de li Ewropa dehan zarok bi navê Kampên Havîne dibirin perwerde dikiran rêdikiran çiya. Malbata li gelek welatên Ewropa giliya PKKê kirin û gelekan jî bi rêya peran zarokên xwe vedigerandin.

Li bakurê Kurdistanê PKKê bi hezaran zarok revandine û ew çekdar kirine û rêkirine mirinê. Gelek zarokên ku hewla revandinê kirine jî hatine infaz kirin.

Ev şeweya ku çeteyên PKKê zaroka direvînin û wan bi çek dikin, beşek e ji îdeolojiya wan û stratejiya wan ya xebatê ye.  PKK tu cara guh nade rexna û dengê xelkê, ew ya xwe dikin û civatê bi awayekê mehkumê siyaseta xwe ya qirêj dikin. Ji xwe ev yeke ku bûyî sedemek bingehîn ya tehrîbatbûna civaka Kurd.

Gelek aliyên siyasî di vê derbarê de helwesta PKKê şermezar nakin û li himber vê kiryara PKKê dernakevin. Li rojavayê Kurdistanê ENKSê wek merceka hevdêtinên yekrêziyê de dibêje ku, divê leşkeriya icbarî rabe û zarok neyên revandin û neyên bi çekdar kirin.

Lê mixabin beşên din yên Kurdistanê piraniya aliyên siyasî bê dengin. Bê dengî dibe sedemeka PKK behtir xirabiya dike û herweha kiryarên xwe yên xirab de israr dike.

Kurd li zarokên xwe xwedî dernekevin PKK nivşekî winda dike…

Nêrîn / Şirove

Back to top button