CivakRojev

Li Kifriyê êrişî Pêşmerge kirin: Şehîd û birîndar hene

Teroristên DAÎŞê li navçeya Kifrî êrîşê hêzeka pêşmerge kirin li gora gahdariyan pêşmergeyek şehid bûye 3 birîndarin jî. Li nêzîkî bendava Baweşasiwar li bakurê bajarokê Kifrî DAÎŞê êrîş kiriye.

Di wê derbarê de Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de piştrast kir, çekdarên DAIŞê îşev êrîşî ser Fewca 2 a Lîwaya 9 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge kir û di encama berevaniyeke bêwêne de, Pêşmergeyek şehîd bû û 3 Pêşmergeyên din birîndar bûn.

Diyar kir jî, hêzên Pêşmerge êrîşa teroristan pûç kir û niha jî hêzên Pêşmerge li ser lêgerîn û dûçûna terorîstan berdewam in

Back to top button