PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalyayê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Bruno Antonio Balyozê Îtalya li Iraqê kir ku erkê wî bi dawî dibe.

Li hevdîtinê de birêz Balyozê Îtalya spasî Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ji bo wê piştgîriya di dema karkirina li Iraqê de lê hatiye kirin û ji bo paşerojê hêviya pêşxistina zêdetirê peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Îtalyayê da xwest.

Her wiha rêzdar pirse û sersaxiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo wan Pêşmergeyên şeva derbasbûyî li rûbirûbûna li gel terorîstên Da’îş da li tixûbê Guleco şehîd bûn û hevxemiya xwe li gel malbat û kesukarên wan da derbirî.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest û spasî hewl û karên wî yên bi navê pêşvebirina peywendiyên Îtalya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê da û piştgîrî û yarmetiyên Îtalya ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê her wiha dûpat kir êrîşa şeva derbasbûyî ya Da’îş û şehîdbûna polek Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê, ewe nîşan dide ku Da’îş metirsiyeke rasteqîneye û divê bi alîkarî û hemahengiya hevbeşa Artêşa Iraq û Pêşmerge bi piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî, rûbirû bibîn.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û hewlên wan yên ji bo yekrêzî û tebayî ya li navbera aliyên siyasiyên Kurdistanê da, bi taybetî jî girîngiya yek helwestiya aliyên Kurdistanî li Bexda, rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî, mijareke dinê hevdîtinê bûn.

Back to top button