Polîtîk

Elawî: Eger Barzanî beşdar nebe em jî beşdar nabin

Parlamenterekî ser bi lîsteya Dewleta Yasayê ku, Nurî Malikî serokatiya wê dike, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, dawiya hefteya bê serkirdeyên İraqê li mala serokkomarê İraqê Celal Talabanî ya li Bexdayê dicivin.

Parlamenterê Dewleta Yasayê Îhsan Ewadî ji Xendan re got:

Biryare piştî ku serokkomarê İraqê Celal Talabanî vedigere Bexdayê, di dawiya hefteya bê de serkirdeyên İraqê, bi mebesta dîtina çareseriyeke maqûl bo krîza siyasî ya welêt, li mala serokomar bicivin.

Ewadî da zanîn ku, ew civîn hewldaneke cidî dibe bo pêşwazîkirina destpêşxeriya serokkomarê İraqê Celal Talabanî ku, ji bo çareserkirina krîza siyasî ya İraqê ragehandibû.

Ewadî wiha got:

Heta niha mijarên di civînê de bên nîqaşkirin nehatine diyarkirin, lê armanc ewe ku, derbarê nakokiyên siyasî de nerîneke hevbeş derkeve holê, bi taybetî helwestê  lîsta İraqiye ku, parlamento û hikûmet boykot kiriye û bûye sedema felcbûna hikûmeta hevbeş û yekgirtî.

Li dor vê civîn aku biryare di dawiya heftiya bê de li mala serokomar Talebanî bê kirin, Eyad Elawî serokê lîsteya Îraqiye got ku ew bi wî şertî dê beşdariyê di civînê de bikin eger serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdarî civînê bibe û got:

Eger serkirdeyên îraqî hemû weke Barzanî, Sedir, Hekîm û ew serkirdeyên li dijî diktatoriyê berxwedane beşdarî civînê nebin, em jî beşdarî civînê nabin.

Back to top button