Nêçîrvan Barzanî: Divê rijiyana vê hemû xwînê raweste
Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di malpera xwe ya Facebookê de, peyameke hevxemî û sersaxiyê pêşkeşî malbatên qurbaniyên bombebarana gundê Roboskî li Qilebana girêdayî Şirnexê kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe û sersaxiyê pêşkêşî malbat, kesûkar, dost û hevalên qurbaniyên bombarana devera Şirnexê dike û diblje:
– Ez ji dil hevxemîya xwe û sersaxiyê pêşkêşî malbat, kesûkar, dost û hevalên qurbaniyên bombarana devera Şirnexê dikim û hêviya sebr û hedarê ji bo wan dixwazim. Hêvîdar im ev musîbet û nexweşiya wan ya dawîyê be û cane qurbaniyan jî yên ku, ji bo bidestxistina qûtê jiyana xwe ya giran bûne qurbanî, bi buhuştê şad bibe.
Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di peyama xwe de, ji bona ku dawî li van hemû derdeseriyan bê û rijiyana vê hemû xwînê rawest, careke din tekîdê li ser çareserkirina pirsa kurdî li bakurê Kurdistanê bi rêyên diyalog û aşitiyê dike û dibêje:
– Ketina ev qas qurbaniyan û rijiyana ev qas xwînê ku, encama şerekê bêhûde ye, careke din jî selimand ku divê li herêmê aştî û aramî bi cî bibe û hemû pirsgirêk bi rêyên siyasî û aştiyane çareser bibin, da ku dawî li van hemû derdeseriyan bê û rijiyana vê hemû xwînê raweste.