
Dîrok û ezmûnên me mamosteyên me yên herî mezin in. Gava em bûyerên derbasbûyî tînin bîra xwe, em dikarin ji şaşitiyên xwe û yên din dersan derxin da ku em wan di pêşerojê de dubare nekin.
Mirov an jî civakên ku derbasbûya xwe nizanin, nikarin pêşeroja xwe bi rengekî rast ava bikin. Fêmkirina “doh”, dibe alîkar ku em “sibeheke” ronîtir ava bikin.
Ji bo vê yekê carê hinek bûyeran bi bîrbînin mimkine pêşerojê de gavên baştir bavêjin. Bi vê mebestê cara cara behs kirina hinek bûyerên di nava PKKê de ku birînên kûr di civata kurd de peyda kirine bê ber çava girînge.
(Çavkanî: Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyaneke Azad, Nîşeyên Îmraliyê), Weşanen Mezopotamya, 2015
Ocalan Dibêje:
“Bila ez vê yekê li ser Leyla bibêjim, dibe ku têkiliyên wê bi Barzani û Talabanî re hebin, ez tiştekî li dijî vê nabêjim. Lê heke ew bixwaze tiştek bike, û heke tenduristiya wê destûrê bide, divê bi awayekî rêxistinkirî tevbigere. Ez dibêjim ku divê ew bala xwe bide siyaseta rêxistinî. Her tiştê ji vê wêdetir dê bibe oportunîzm. Ger ew tevlî BDP bibe, divê bi awayekî rêxistinkirî be. Ew dikare di heyama pêş de di konferansan de rolan bigire, ew dikare beşdarî amadekariyên li Başûr bibe. Ez tiştekî li ser wê ferz nakim, lê pratîka rêxistinkirî pir girîng e. (…) Heke Leyla bi ciddî nêzîk nebe, em ê berê xwe bidin kesekî din.(Rûpel:53)
“Ez hevserokatiya konferansê pêşniyar dikim. Ew dikare demkî be. Mesut û Leyla dikarin bibin hevserok. Herin cem Leyla, silavên min lê bikin. Heke ew cidî û dîsîplîn be, heke ew rêxistinkirî be, ew dikare rolek bigire ser xwe.” (rûpel 120)
“Divê Leyla bê rexnekirin. Em rola wê înkar nakin. Wek hevserok, Barzanî û Serokwezîr dê rêzê lê bigrin.Ger Leyla ya me neke bila herê li cihê xwe rûne. Bixwazê bila bibe zilama Barzanî ew dizanê.Ew karê wêye em wê bi temamî ji çav dernaxin. Em q edrê wê digrin dixwazin rolekî bidinê.” (r. 131)
Ocalan: Hun bi leyla re neaxivîne? pêre biaxivin.
Pervîn Buldan: Qendîl dê telefon bike û pê re biaxive.
Ocalan: Belê, ev tiştek rast e. Tu dikarî pê re jî biaxivî. Heta jê re bêje ku tiştek te ji min zêdetir nîne heta kemasiyên te ji min bêhtirin. Jê re bêje ku bila xwe bide vî karî…” (r. 158)
“Ji Leylayê re bêje ku hevdîtina bi Öcalan re ciddî ye. Heta Barzani jî wek berhemek alîgir e. Ger hevdîtinên me nebûna, ew ê di pozîsyonên xwe yên niha de nebûna. Ew ê bi xebata rêxistinê pabend bimîne. Li ser vê yekê bi wê re biaxive. Ew ê hemî jêhatîyên xwe bikar bîne, mîna Birêz Sırrı û Xanım Pervin. Em tevgerek siyasî ne. Ger ew siyasetê re bileyzê, dê bedelê vê jiyana wê be. Ev ne lîstik e. Bi şêwirmendekî re hatin ne mimkûn e. Em ê tenê bi Birêz Sırrı re hevdîtinê bikin.” (r. 223)
“Ew dema xwe winda dikin. Ez ê Kurdeyatiyê jî nahêlim destê BDPê de” “Bila ew hewl nedin ku Kurdayatiyê bi Barzani an Leyla ve ggirênedin ev xeternak e. Leyla jî nikare vî awayî kurdeyatiyê bike. ” (r. 239)
“Silavên min ên taybet ji Barzani re. Kongreya Kurdî pir girîng e. Ger Kongre pêk were, hûn ê bibêjin, ‘Tu Serok î, Leyla hevserok e.'” Tu dê bêjî, ‘Tu dê bibî Serokê vê Kongreyê. Öcalan mafên te nas dike, û tu dê mafên Öcalan nas bikî.'” (r. 245)
“Hûn li ser helwesta Leylayê çi difikirin? Hûn dikarin çi ji min re li ser Leylayê bibêjin? Li ser vê yekê, dibe ku ez dîsa bi wê re hevdîtinê bikim, an jî dibe ku ne.
S. S. Önder: Birêz Serok, ez careke din bi nêzîkatiya we ya ji mirovan re dipejirînim. Di derbarê cîhê ku we ji bo Leylayê vekiriye de, ez difikirim ku Leyla ji destpêkê ve ketiye pêvajoyek girîng û erênî ya guhertin û beşdarbûnê. Bi rastî, di hemî civînên me de, wê her gav tekez dikir ku em vê dîplomasiyê li ser navê we dimeşînin.” “Ez difikirim ku ev tam ew cure qad e ku Leyla dikare lê bixebite, beşdar bibe û bikêr be. Her çend Leyla ji awayê ku min ev pêşniyar di civîna KCKê de anî ziman hinekî aciz bû. Lê ez difikirim ku ew dikare li ser vê axê biserkeve.” (r. 348)
“Eger Leyla siyaseta HDPê qebûl bike û bixwaze bixebite, divê bibe endama partiyê. Ger ew bixwaze bi me re bixebite, em dixwazin bi wê re bixebitin.” (r. 385)
“Bûyera duyemîn a girîng nameyek bû ku tê îdiakirin aîdî Leylayê ye. Tê de digot ku serdema çekan qediya ye. Wê demê ez pir li Leylayê hêrs bûm. Piştre, dema ku ew hat, min jê pirsî. Wê got ku ew ji nameyek wisa agahdar nîne. Diyar e ku kesekî ew nivîsandiye.” (r. 423)
“(Ji Sirrı re) Min jê re got, tu berdevkê min î. Pervîn, Ceylan û yên din, tevî wê, dê li ser gotina te bin Vê mijarê bi awayekî guncaw ji Leylayê re ragihînin. Vê jêhatîbûnê nîşan bidin.” (r. 452)
…………………………………………………………………………………………………………………………..
Nirxandin ya xwendevanaye….!


