“Em qetilkirina sê jinên Kurd ên Sîyasetmedar bi tundî şermezar dikin”
PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) :”Em qetilkirina sê jinên Kurd ên Sîyasetmedar bi tundî şermezar dikin”Li Kurdistanê her roja pêştir mirovên sivîl dibin hedefa şerî. Qetilkirina sê jinên Kurd ên sîyasetmedar Sêvê Demir , Pakize Nayır û Fatma Uyar jî minaka dawî ya vê qetlîameyê.Dewleta Tirk bi awayeke berfirehî sîyaseta şîddetê li hemberî gelê me dimeşîne. Bi kuştinan û bi werankirina welatê me dixwaze doza azadîya gelê me bişikîne. Lê aşkereye ku tu erîş dê nikaribe dewleta tirk bigihîne armanca wê.Divê dewleta tirk demildest van êrîşên li ser gelê me rawestîne. Herweha divê PKK jî demildest dev ji vê sîyaseta şerî berde û dualî şer be rawestandin. Û bi rêyên sîyasî pirsa Kurd û Kurdistanê bê çareser kirin. Em qetilkirina sê jinên Kurd ên sîyasetmedar bi tundî şermezar dikin. Serê gelê me sax be.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê