Civak

PKK naxwaze xelk çûyin hatinê li deriyê Xabûr re bike

Deriyê Brahim Xelil(Xabur) hate vekirin. Wek tê zanîn 14.12.2015ê ve deriyê sinorî navbera Kurdistana Bakur û Başûr de ji aliyê Tirkiye ve hatibû girtin.Li Başûr xelkê Kurdistana Bakur man asê û nekarin derbasê Bakur bibin. Li Başûr dezgehên hukumî dezgehê xêrxwaziya Barzanî  arikariya xelkê kir ji bo jiyana wan ya rojane.Heta car carê hinek ji xelkên Bakur mecbur man avêre derbas bibin.Roja 3.01.2016ê hukumeta Tirkiye deriyê sinor vakir. Çuyin hatinê destpêkir. Lê vê carê PKKê nexwest xelk çûyin hatinê bikin.Daxuyaniya PKKê de hate kifşkirin ku her dezgeh yan jî kompanya û kesên herin deriyê Xabur dê bibin armanca êrîşên me.Niha derî vekiriye û çûyin hatin lê dibe .Lê dem dema derî tê girtin.Deriyê Brahim Xelil  24 çar demjimêra vekirî bû. Çûyin hatina navbera Bakur û Başûr  li ser vî deriyê sinor e.Dema derî tê girtin xelkê herêmê di aliyê aborî de dikeve tengasiyê. Ji ber ku jiyana bi hezaran malbata li ser çûyîn hatine deriyê Xabûr e.Hukumeta Tirkiye demek dirêj bi sedama bûyerên li Silopî û Cizîrê derî girt, niha jî PKK naxwaze xelk çûyîn hatinê bikin.  

Back to top button