Li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê wekî nerîtekî salane bi mebesta gihandina dîtin û nêrîn û siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê bi Nûnerê welatan li ser pirsên navxweyî û herêmî û navdewletiyan, li gel hemû Konsol û Serokê Nûnerayetiya welatan li Hewlêrê civiya.Li vê kombûnê da Serok Barzanî gotarekî ji bo amadebûyan pêşkêş kir û têda ji bilî bixêrhatina wan pîrozbahiya sala nû ya zayînî li nûnerê welatan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest. Serok Barzanî li gotarek da bi têrûtije behsa sedemên serhildana Da’îş li Iraqê kir û metirsiyên wê rêxistina terorîstiya ser asayîşa cîhanî û hemû mirovayetiyê ji bo amadebûyan şîrove kir û behsa qonaxên şerê Pêşmerge û Da’îşê kir ku têda Pêşmerge bi qurbanîdanekî mezin destpêkê de hewl da xelk û pêkhatan rizgar bike û wan biparêze û paşê rê li pêşrewiya terorîstan bigre û cara dawî jî bikevê qonaxa êrîşbirin û şikestdana terorîstan.



