Cîhan
Senatorên Belçîkî daxwaza hevkariyên zêdetir bo Kurdistanê dike
Şanda Senatorên Belçîkî daxwaza hevkariyên zêdetir bo Kurdistanê dike.Ew heyeta Senatorên Belçkî ku beriya çend rojan serdana Kurdistanê kiribû û li gel Serokê Kurdistanê civiya bû, piştî vegera xwe bo Beljîkayê di raportekî de daxwaz ji hikûmeta Beljîkayê kiriye ku zêdetir hevkariya Kuridstanê bike di warê siyasî, leşkerî û însanî de.Heyet di beşeke din ji raporta xwe de daxwaz kiriye da ku hikûmeta Beljîkayê raste rast di warê leşkerî de hevkariya hêzên pêşmerge bike.Di berdewamiya raporta han de heyeta Senatoran eşkere kiriye ku vê li gel Serokwezîr, wezîrê derve û wezîrê berevanî yê Beljîkayê bicive û derbarê çawetiya hevkarî kirina Kurdistanê de giftûgo bike