Nivîsar

Hilbijartinên Tirkiye û berjewendiya Kurda

Li Tirkiye 1.11.2005ê hilbijartinên Parlementoya Tirkiye cardin çêdibin. Wek her care di van hilbijartinan de jî gelek şiroveyên cur bi cur têne kirin.Hilbijartinên 7ê Hezîranê di warek ji naha aramtir de hate encamdan. Lê piştî hilbijartina demekî cardin şer destpêkir û agirbesta heyî hate xirakirin.HDP cara yekem bi nave xwe kete hilbijartina. Niha jî cardin HDP bi nave xwe û hevkariyek bi çepên Tirkan re dikeve hilbijartina.Dixweye ev şerê piştî serkeftina HDPê destpêkirî dê kêmasî puanekî ji dengê HDPê bîne xwar. Ji ber ku ev şer ne di berjewendiya kurdan de bû. Cardin kurd koçber bûn û Kurdistan wêran bû.Piştî hilbijartina helwesta MHPê ya tund û li dijê hemû awayê hevkariye jî dixweyê wê bandora xwe li dengên MHPê bike û dengên vê partiyê jî puanek û zêdetir jî kêm dibe.Tiştaku niha dixweyê AKP û CHP di van hilbijartinan de dengên xwe hindik bê jî zêde dikin. Herweha li gora sistema heyî AKP dikare serbikeve û bi serê xwe hukumetê damezirîne.Niha ji aliyê Kurdistanê ve rewş bi awayek dine. HDPê gelek guhertin di lîsteya xwe de nekirin. Her cardin bi listeyên 7ê Hezîranê dikeve hilbijartina. Li hinek deveran cihê kandîdatan guhertine û gelek kêm kandidatên nû destnîşan kirine.AKPê li Kurdistanê gelek deveran kandîdatên xwe guhertin. Li Diyarbekir bi temamî listeyek nû derêxistin. Herweha li bajarên din yên Kurdistanê jî AKPê gelek cihan bi temamî û hinek cihan jî bi kismî listeyên xwe guhertine.Dê serokkomarê Tirkiye Erdogan cardin bi awayekî ji bo pişgiriya AKPê derkeve qada û propagandayê ji bo vê partiyê bike. Li Tirkiye axavtina Erdogan dikare alikariya AKPê bike. Lê eger cardin li Kurdistanê axavtinên ne li ser rê bike û çewti behsa kurda û behsa tevgera azadixwaz a kurd bi xirabî bike dê bandorek ne erênî li dengên AKPê yên Kurdistanê bike.Lê dixweyê AKPê li Kurdistanê de li gora hilbijartinên 7ê Hezîranê tuzek bê jî dengê xwe bilind dike.Wek caran dezgehên lê kolinê lêpirsînên xwe dikin. Encama her dezgehekî bi awayekiye. Ji ber ku piraniya dezgehan alîgirin û li gora meylên xwe yên siyasî lêpirsêna dikin û encamê biçekî jî bi dilê xwe pêktînin.Di rastiya xwe de heta sendoq venebin di vî warê tevlîhev de mirov nikare texmînên rasteqîn bike. Lê carê hinek gotin cihê xwe digrin.Kurtahî ev hilbijartin ji bo kurdan tu destevtiyekî nayne. Tenê sekinadina şer û pêkanina agirbestekî ji bo Kurdistan wêran nebe û kurd koçber û perîşan nebin başe.Wek din di aliyê destkeftiyên netewî ve encam çibe bila be tu berjewendiyên Kurd û Kurdistanê di van hilbijartian de tuneye.19.9.2015Dara Bilek

Back to top button