Bavê Alan Kurdî, Ebdullah Kurdî ragihand, di hevdîtinekê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî soza daye ku nexweşxane, dibistan û mizgevtek bi navê Alan Kurdî werin çêkirin.Ebdullah Kurdî ji malpera KDP.info re ragihand, ku li Hewlêrê bi Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiriye û di vê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî çend soz dane wî û bo wê yekê jî sipasiya Barzanî kir.Bavê Alan Kurdî da xuyakirin, ku Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî soz daye wî ku li ser navê Alan Kurdî yê kurê wî, nexweşxane, mizgevt û dibistanekê veke.Ebdullah Kurdî herwiha got, ku Nêçîrvan Barzanî soz daye ku alîkariya zarokên Kobanî bike.Bavê Alan tekez kir, ku li paytextê Sûriyeyê Şamê mezin bûye û ji ber wê jî zimanê Kurdî nizane.Roja 2ê Îlonê Alan Kurdî yê 3 salî, birayê wî yê mezin Xalib ê 5 salî û dayika wan Rihan a 28 salî ku ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûn, dema ku dixwastin ji Tirkiyeyê ber bi Yûnanistanê ve herin û derbasî Ewropayê bibin, belema wan nuqî avê bû û di deryaya Spî de xeniqîn.Piştre cenazeyên wan li qeraxa bajarê Bodrum a Tirkiyeyê hatin dîtin û bi taybet wêne û dîmenên cenazeyê Alan ê 3 salî li qerax avê cîhan hejand û dengvedanek pir mezin li seranserê cîhanê çê kir.