Pêşmergeyên Rojava derbas dibin

Ji bo parastina xelk û xaka Kurdistan Rojava hêza pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava dibin. Derbasbûna vê hêza pêşmerge destpêka pêvajoyek nû ye di şerî dijê DAÎŞê de û rewşa siyasî ya rojavayê Kurdistanê de. Eve demeke ji bo derbasbûna hêza pêşmergeyên Kurdistana Rojava ku derbasî Kurdistana Rojava bibin babetê herî girîng yê goftugoyê ye.Wek tê zanîn dema aloziya Suriye destpêkirî bi hezaran ciwan hatin Kurdistana Başûr ev ciwan ji aliyê Hukumeta Kurdistanê ve di ware leşkeri de hatin perwerdekirin. Hêzek mezin û taybet ji wan hate avakirin. Gelek xort û keç di nav vê hêza pêşmerge de cîh digrin û hêzek pêşmerge serketiye.Armanc ew bû ku ev hêza pêşmergeyên Rojava derbasî Kurdistana rojava bibin û xaka Kurdistanê biparêzin. Lê YPGê rê neda vê yekê. PYDê gotin ku eger werin bila di bin ala YPGê de bin. Herweha dayin û stan navbera ENKSê û PYDê de çêbûn, serokê Kurdistanê daxwaz kir ku ev hêz vegere. Lê PYDê qebûl nekir. Heta dema şerê Kobanê de jî PYDê nexwest ev hêza pêşmergeyên Rojava derbas bibin.Ew mecala ku ev hêz derbasî Rojava bibe hebû. Lê ji bo ku nebê sedema şerek navxwe derbas nebûn. Hêza Pêşmergeyên Roj li Başûrê Kurdistanê li dijê DAÎŞ şerek gelek mêrane kirin û bi dehan hatin şehît kirin. Lê armanc û daxwaz ewbû ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.Piştî ku li ser daxwaziya serokê Kurdistanê Mesud Barzanî , Amerîka ezmanî de pişgirî da YPGê, Amerikiyan derbasbûna hêza zpêşmergeyên Rojava wek pêwistiyekî dît. Ji bo vê yekî biryar hat dayin ku demek nêzik ev hêz derbas bibe. Heta gihat radeyekî ku PYD bixwaze , nexwaze dê derbas bibin.Dawiyê hevdîtin di vê derbarê de li gel serokê Kurdistanê hatin kirin û herî dawî ji bo vê mijarê hevserokê PYDê Salih Muslim hate Hewlêr serokê Kurdistanê ew qebûl kir û hevdîtinek hate kirin. Hinek berpirsên leşkerî yên Amerika û diplomatên vî welatî jî di civînê de amade bûn.Naveroka vê civînê nehat eşkerekirin. Lê civîn ji bo derbasbûna hêzên pêşmergeyên Kurdistana Rojava bû.Derbasbûna Hêza Pêşûmerge ya Rojavayê Kurdistanê dê bibe destpêka pêvajoyek nû li Rojavayê Kurdistanê. Di vê derbarê de berpirsên partiyên siyasî tu daxuyaniyekî nedane.Lê dê rojên pêşiya me de ev babet û naveroka vê civînê jî bê zelal kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: