Polîtîk

Em hêzên Kurdên qahraman û fedekar pîroz dikin

AZADBÛYÎNA KOBANÊ LI NETEWA KURD Û GELÊN KOBANÊ PÎROZ BE!..

Koban 137 roja dibin dagirkirina Rêxistina DAÎŞ a terorîst de ma, bi hezaran însan hatin kûştin, bi sed hazaran Kurd bi zêç û zarokên xwe ve peneber bûn. mal Xanî kasir û hemü avayî hatîn rûxandin.

Lê hêzên Kurd bi hevkariya (pêşmerge -çekdarên PYD ) mil bi mil şerê DAİŞ kirin, piştî 137 roja ew teroristên  bİ qerêj, bi ala reş ji bajarê Kobanê derxistin lê em li vir rûmeta ABD û hevpeymanên wan jî ji bîr nekin.Di vî şerê bê wate de hêzên Kurd bi biryara man û nemanê şerekî bê hempa li dijî DAÎŞ pêk anîn, di encama şerî de bi serkevti destan nivîsandin. Em wan pîroz dikin.

DAÎŞ têk çû lê ma gelo xwedê nekê ko DAİŞ bıser ketıbüna dé ew lı Kobané sekıni baye. Em ne bawerın ko ew dé lı Kobanê bi sekiniya.Lewra armanca DAÎŞ ne Koban bi tenê bû DAÎŞ şerê hemî ol netewe û mezheba dabû berxwe û şerî dikir ew bi ser ketibûna li Kobanê ne dima,  dê debasî rojavayê evrupayê bi bûya , Lewra Kurda ne tenê ji bo Kobanê şerî kiriya wan hemî gelê cihanê di vî şerî de parsti ye. Pêdiviya dewletên dinyayê hemiyan pê heye ko ji Kurdan re spasî û hevkariya xwe nûve bikin.

A herî giring ew e ko netewa kurd  bi hêzên xwe ve, bi konevanê xwe û bi hemî gelên xwe ve bi aqilekî rasteqîn bifikirin, ji hevkariya ko li gel hev, mil bi mil bikin çêtir û bi rûmet tir tiştekî din nîne ü ev ji dı şeré lı dıji DAİŞ derkete holé, pêdivî heye kurd şerê kobanê û serkevtina wê baş binerxînin. Kurdistan êdi dewleta xwe a serbixwe ava bikin.dev jı van katonén bé wate biqarin.

Dem û dewran jî vêya  dixwazê.. Koban, Şengal, Kerkûk, Musil ü Xaneqîn jî Kurdistana netewa Kurd û Kurdistan beyî van nabe. Em carake din hêzên Kurd ên qahraman û fedekar pîroz dikin û ji şêhîdên Kurdistanê hemiyan re dilovaniya xweda dixwazin u sersaxiya malbatên wan dikin.

Bijî hemi şervanên li enîya şer. Bijî hevkariya eniye  Kurd a li  dijê DAÎŞ

Em PDKT Serkevtina hêzên Kurd li Kobanê pîroz dikin azadiya Kobanê her mayinde be. Serkevtin û rûmet her para kurdan be!.

26. 01. 2015

PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ TIRKIYA(PDKT)
                                      

Back to top button