Rizgarkirina Kobanê Bila Bibe Destpêka Yekgirtin û Azadiya Rojavayê Kurdistanê
Bi berxwedana şervanên YPGê û bi alîkarî û piştgiriya pêşmergeyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Kobanê ji qatilên DAIŞê hate paqıj kiriin. Jiber vê serkeftinê em pîrozbahîya şervanên YPGê û pêşmergeyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin.
Em hêvî dikin di demeke kurt de dê gundên dor û bera Kobanê û hemû axa Rojavayê Kurdistanê ji DAIŞê û herweha ji rejîma Beasê bê paqij kirin û Rojavayê Kurdistanê azad bibe.
Azadiya Rojavayê Kurdistanê, bi yekitiya neteweyî dikare pêk bê. Divê hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jibo pêkanîna îdareyeke hevbeş ya eskerî, siyasî, aborî û îdarî gavên esasî bavêjin. Divê Mitabaqata Dihokê pêk were û îdareya hevbeş ya Rojavayê Kurdistanê bê damezrandin. Ev yekitîya dê bibe destpêka azadî û pêkhatina çarenûsiya gelê me li Rojavayê Kurdistanê.26.01.2015
Bijî berxwedana Kobanê
Bijî yekgirtina Pêşmerge û şervanên YPGê
Bijî mafê çarenûsîya miletê Kurd.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê