Heyeta PAKê Seredana Partîya Komunist a Kurdistana Iraqê Kir.
Îro(20.01.2015) heyeta PAKê ku ji endamên Bireveberiya Navendî ya PAKê Evdirrehmanê Gundikî û Orhan Kaya pêkhatibû, li Hewlêrê seredana Partîya Komunîst a Kurdistana Iraqê (PKKI) Kir.
Heyeta PKKIê ji Şepol Fethî Kerim(Endamê Serkirdayetîyê PKKI) ,Haje Suleyman (Endama Serkirdayetîyê PKKI),Hawra Resûl (Berpirsê Peywendîyan yê PKKI) pêk hatibû.
Herdu aliyan di derbarê Tirkiyê, Iraqê û Kurdistanê de bîr û rayên xwe yên siyasî anîn zimanî. Heyeta PKKIê pîrozbahiya PAKê kir.Herweha heyeta PAKê jî, piştgirîya xwe ya jibo xebata PKKIê anî zimanî.
Herdu alî jî gîhaştin wê qeneetê ku, divê peywendiyên herdu partîyan di asteke bilind de pêşde biçe û germtir bibe. Di warê çapemenî û ragehandina herdu partiyan de divê danûstendineke xurt hebe.
Hevdudîtina PAKê û PKKIê bi awayekî dostane û berhemdar derbas bû. 20.01.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê