Zordarî malzaroka tundraw e

Pêşbînîkirina ku,rêxistina dewleta îslamî ji nişkave hatî peydakirin nerîneke çewt e û ne di cihê xwe de ye. Berovajî wê ev karê bi salane tê birêvebirin lê mixabin medya navdewletî vê mijarê ji nû ve nûjen dike û dixe rojevê lê a pêwîst gereke mirov pêvajoya siyasî baş bixwîne bi hemû hevkêşên wê yen siyasî û li gor taybetmendiyên navnetewî, û ne li gor daxwaz û hewesên xwe yen taybet.

Ji ber rastî û pêvajo cudaye ji hewes û hêviyan eger mirov bi awakî zelal li ser mijarê raweste digihêje encamê ku ew evrikiya di navbera azadî û koletiyê de ye.

Lê kes naxwaze vê rastiyê bipejirîne û her aliyek li gor berjewendiyên xwe şirovê dike naxwazin sedemên bingehî ji bo derketina van rêxistinan zelal bikin. Tê bîra mirov li şerê Afganistanê li dijî yekîtiya sovyeta berê ku tundrawan çek û alîkarî ji destê kê werdigirtin û dûre ew çekan li dijî kê hat bikaranîn.

Lewma civaka rojava naxwaze çewtiya xwe dubere bike ji ber vê tevdêre xwe guhert û pêwendiyên xwe bi rêjîmên rojhilata navîn nebirî ku bi rêya wan şerê wan rêxistinan bikin.

Taybetî rêjîma Iran û Sûriyê ji ber dewletên yekbûyî (Emerîka) bawere ku ew tundrawan ji malzaroka wan derketine ji ber vê civaka rojava çavê xwe digire li hember kiryarên Tehranê ji destêwerdana dewletên herêmên û piştgiriya komên çekdar li Yemenê û bazirganiya li ser programa wê ya atomî .

Bi kurtî xizmeta ku rêjîma Iranê pêşkêşî civaka rojava dike dewleta Israîl bi dehan salan pêşkêş ne kir û bi vî rengî rêjîma Iranê birîna herêmê kûrtirkir û şerê zafî (ta îfî) belav kir.

Lewma hêza hevpeymaniya navdewletî êrişî çeperên (Daiş) bêyî ku ziyanekê bide hêza rêjîma sûriyê û dikeve xizmeta wê û xuya ye ku komkujiyên kujerê amê kirî bi sed hezaran bêhtirî kiriyarên tundrawan e.

Ta mirovatî tê nagihêje cima zarok û jinên Sûriyê nayên parastin ji aliyê netewên yekbûyî lê dixwazin jinan fêrî judo û keretê bikin da ku karibin xwe ji destdirêjî yê biparêzin ev biryara dawî ya navnetewî ye bê çêj û weteye li dawiyê çanda kuştinê çi ji aliyê kesan de an jî ji aliyê dewletan de çandeke xwînî ye ti car nakeve xizmeta civakê .

Cengîz Hemdoş

Nerîna min :