Polîtîk

Kanada li dijê DAÎŞ şerê bejayî kir

Fermandarê Operasyonên Taybet ên Kanadayê Michael Rolju ragihand: “Serbazên me, di dema ku alîkariya hêzên iraqî li eniya şer dikirin, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin topbarankirin, lewma wan jî bi awayekî rasterast bersiv dan.”

Hejmarek mezin ji serbaz û şêwirmendên leşkerî yên welatên cîhanê alîkariya Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê di şer de dikin, lê ev cara yekê ye ku serbazên welatekî li Iraqê şerê bejayî li dijî DAIŞê dikin.

Michael Rolju wiha got: “Ti serbazên me di wî şerî de nehatin kuştin û birîndar jî nebûne.”

Fermandarê Operasyonên Taybet ên Kanadayê wiha domand: “Ew pevçûn beriya 7 rojan bû. Her demekê ku berê guleyên xwe bidin me, emê jî rasterast bersiva wan bidin.”

Lê cihê şerê serbazên Kanadayê û çekdarên DAIŞê nehatiye ragihandin û ne jî Rolju behsa wî cihî kir.

Bêtirî 600 serbazên Kanada li navçeyê hene û balafirên wî welatî jî li çeperên DAIŞê didin.

Back to top button