Rusya diwxaze pêwendiyên Kurdistanê pêşve bibe
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, pêşwazî li Mîxayêl Bogdanov nûnerê taybetiyê serokê Rusiyyaê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê û şandeya pê re ku ji hijmareke diplomatkar û bazirganan pêkhatibû, kir .
Nûnerê taybetiyê serokê Rusiyayê got ku, ji bona ku ew ji nêzîk haydarî rewş û pêşhatên Îraq û herêma Kurdistanê bibin û çewaniya berbipêşvebirina karên hevbeş û zêdetir pêşxistina têkeliyan bi Hewlêrê re wan ev serdan bo herêma Kurdistanê kiriye. Bogdanov got ku, têkeliyên Kurdistan û Rusiyayê peywendiyên kevin in û ji naversta sedsala borî li wê dema mela Mistefa Barzanî û hevalên xwe li Rusiya mabûn.
Şerê dijî DAÎŞê û serkeftinên berdewamên pêşmerge û giringî û tesîra hevpeymaniya navdewletiya dijî terorê û metirsiya terorê bo ser hemû cîhanê çend mijarên din yên civînê bûn û di vê çarçoveyê de tekîd li ser giringiya hevahengî û lihevguhertina zaniyariyên îstîxbaratî di navbera saziyên peywendîdarênÎraq, herêma Kurdistan û Rusiyayê ji bona berhingarbûna terorîstan kir. Şandeya mêvan pişgiriya Rusiyayê bo herêma Kurdistanê tekîd kir.
Behsa wan hevkariyên mirovî yên Rusiya pêşkeşî herêma Kurdistanê, ji bo koçber û penaberan, dike hat kirin û ji bona wan alîkariyan serokwezîrê Kurdistanê sipasiya Rusiyayê kir.
Di civînê de behsa kar û çalakiyên kompaniyên rusî yên li herêma Kurdistan û bi taybetî ew kompaniyên di warê enejî û çavkaniyên xwezayî de kar dikin, hat kirin û serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku, herêma Kurdistanê bi çavekî giring li têkeliyên bi Rusiyayê re dinêre û kompaniyên rusî dikarin di hemû waran li herêma Kurdistanê de sermayerazandinê bikin. Herêma Kurdistanê jî dikare di gelek waran de sud ji tecrûbe û pisporiya Rusiyayê werbigire.
Rewşa deverê bi giştî û rewşa Suriyeyê bi taybetî hatin gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî gotku, pirsa Suriyê bi rêya şer çareser nabe û divê bi rêya diyalogê çareseriyeke siyasî jê re bê dîtin.
Kar û çalakiyên konsulxaneya Rusiyaytê li herêma Kurdistanê, têkeliyên herêma Kurdistanê bi dewletên cîran re mijarên din yên civînê bûn û şandeya rusî kêfxweşiya xwe li hember rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir.