Civak

Li Şingalê pêşmerge serkevtinê destve tînê

 Hêzên Pêşmerge li Şingalê 2 êrişên çekdarên DAIŞê têk birin û bi tundî bersiva wan dan û zerer û ziyanek mezin gehandin wan çekdaran.

Piştî ku terorîstên DAIŞê li nava Şingalê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, pêşmergeyên qehreman bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin û ziyanek mezin gehandin wan.

Derbarê wan pêşhatan, Berpirsê Eniya Şingalê Emîd Behram Erîf Yasîn ji KDP.info re ragihand: “Seat 4ê êvarî çekdarên DAIŞê li herdu taxên Nesir û Berberoj êrişkirin ser Hêzên Pêşmerge û heta çend seatan berdewam kir, ji herdu aliyan êrişên wan hat têkbirin û serkeftin bidest nanîn.
Emîd Behram Erîf Yasîn wiha got: Ev çend roj in ku hêzek mezin ji DAIŞê re hatiye da ku êriş bikin, lê îro êriş kirin û sernekeftin û li ser destê Pêşmerge hatin şikestin.”

Yasîn wiha domnad: “Ji ber ku dinya bû şev, me tenê 3 termên wan dîtin û me hejmara kuştiyên wan nas nekir, lê li gorî tundiya lêdana me û tê pêşbînîkirin  ku hejmara kutiyên wan gellek e.”

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Hêzên Pêşmerge Qasim Simêl ji KDP.info re ragiahnd: “15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Back to top button