PDK bersiva Bayik û Demirtaş dide
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi tundî bersiva Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş da.
Li ser daxuyaniyên vê dawiyê yên Cemîl Bayik û Selahedîn Demîrtaş li ser rewşa Şingalê û Iraqê, Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de behsa pêşniyara Demîrtaş ji bo avakirina “Kantona Şingalê” hatiye kirin û wiha hat gotin: “Jibilî yên ku di rizgarkirina Şingalê de xwîna xwe rijandine, ti kesekî din mafê nikare li ser Şingalê tiştekî bêje.”
Li ser daxuyaniya Cemîl Bayik a “hevgirtîbûna Iraqê” jî ev pirs hatiye kirin: “Gelo ev xizmeta kê dike?”
Fraksiyona PDKê her wiha ragihandiye ku li şûna ku Bayik û Demîrtaş serkeftinên Pêşmerge û şervanên kurd ji Kobanî û Şingalê heta Celewlayê pîroz bikin, tên daxuyaniyên wiha didin ku ti xêreke wan gotinan ji bo yekîtiya kurdan tine, tenê dujminên gelê kurd ji wan daxuyaniyan kêfxweş dibin.