Hinek kurdên Êzidî tevlî DAÎŞê bûne
Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li devera Şingalê, Seîd Şingalî eşkere kir ku hinek ji kurdên êzîdî tevlî DAIŞê bûne û got, ji ber wê jî divê bên cezakirin. Şingalî her wiha diyar kir ku PDK xwe xwediyê devera Şingalê dibîne ji ber wê jî çi kêmasiyek hebe berpirstiya wê digire ser xwe.
Berpirsê PDKê li devera Şingalê Seîd Şingalî, şeva borî li ser ziyareteha Şerfedîn li devera Şingalê tevlî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê bû.
Seîd Şingalî behsa rojên destpêkê yên êrişa DAIŞê li dijî devera Şingalê kir û got, yên ku wê demê fermana vekişandinê dabûn Pêşmerge niha di bin lêpirsînê de ne û wiha axivî: “Lê ji bo me jî ji bo gelê Şingalê jî hatina DAIŞê surprîz bû.”
Li ser rêveberina Şingalê jî Şingalî got, PDK xwe xwediyê devera Şingalê dibîne ji ber wê jî rizgarkirin û avakirina vê deverê jî di stûyê PDKê de ye û wiha anî ziman:
“Em her berpirstiyekê qebûl dikin. Ji ber wê jî Serok Barzanî 4 meh bû li vê deverê bû û neçûbû mala xwe. Çû ser çiyayê Şingalê û mizginî da êzîdiyan.”
Derheqê avakirina hêzeke çekdar a êzîdiyan jî wî berpirsê PDKê da zanîn ku hêza çekdar a êzîdiyan ku niha hatiye avakirin, girêdayî PDKê ye û di demên pêş de dê were organîzekirin û bibe beşek ji Wezareta Pêşmerge.
Li ser operasyona rizgarkirina devera Şingalê jî Seîd Şingalî eşkere kir ku di demek nêzîk de dê Şingalê were rizgarkirin û wiha pêde çû:
“Qonaxa yekem a operasyonê, vekirina rêya Şingalê bû. Çimkî 933 malbat li ser çiyê asê mabûn û vekirina rê ji bo gihandina alîkariyên mirovî pir pêwîst bû. Lê em piştrast in ku rizgarkirina tevahiya Şingalê heta biharê namîne.”
Seîd Şingalî her wiha eşkere kir ku hinek kurdên êzîdî jî tevlî DAIŞê bûne û wiha axivî: “Çawa ku kurdên misilman, ereb û tirkmen çûne nav DAIŞê hinek kurdên êzîdî jî tevlî DAIŞê bûne lê kî tevlî DAIŞê bibe dê mîna DAIŞiyekê bê dîtin û bê cezakirin.”(Rudaw)