Civak
Pêşmerge beşdarî derkirina DAIŞ ji Mûsilê nake
Berdewkê hukumeta Kurdistanê Sefin Dizeyî dide xuyakirin ku pêşmerge bi aktif tevlî azadkirina Musilê ji DAÎŞê nabe. Tenê ewê ji bo azadkirina bajarê Musilê pişgirbin.
Di vê derbarê de Dizeyî got:“Pêşmergeyên Kurdistanê beşdarî derkirina DAIŞ ji Mûsilê nake, lê dê bibe hêzeke piştgir ji bo azadkirina tevaya wê parêzgehê û vegera tevaya derbideran bo zêda xwe.”
Dizeyî dibêje demek dirêj ji bo azadkirina Musilê pêwiste. Ji ber ku divê rewşa xelkê sivîl berçav bête girtin.
Ji xweazadkirina devera Şingalê ji bo azadkirina MUsilê gavek gelek li pêş e. Dizeyê di derbarê rewşaşerê pêşmerge de jî dibêje: “Hêzên Pêşemergeyên Kurdistanê li tevaya eniyan pêşdeçûneke baş bidest xistiye, beşek zêde ji navçeyê jî ji dest DAIŞê derxistiye.