Polîtîk

BDP bû DBP

Li gora projeya entegrekirina Kurdan bi Tirkiyeve HDP hate avakirin. Misyona HDPê vekirî ye. HDP partiya gelan e.

Dema HDP hatî avakirin di nava BDPê de dengên cuda derketin , hinekan nedixwest  PDB ji holê rabe û bibe HDP.

Di serê wan de jî serokê niha yê BDPê Selahatin Demirtaş dihata.

Lê ne Demirtaş ne jî tu kesayetek din di nava BDP, PKKê û hemû dem û dezgehên bi wan ve girêdayî de nikarê li dijê îrada Ocalan derkeve.

Ji ber ku îrada kesekî tuneye. Îrada wan Ocalan e. Yanî keseyatek ku bikaribe bêje îrada min ne Ocaln e tuneye. Ji bo vê yekê jî piraniya caran tu bihayê gotina kesekî di nav PKKê û derdora wê de tuneye.

Ji bo vê sedemê jî dijderketina Demirtaş û hinek daxuyaniyên wî di derbarê HDPê de tu bihayê wê tinebûn û çênebûn.
Ji xwe mercbûr ma bibe hevserok jî. Niha jî ew bi xwe jî nizanê çima, lê kandîdatê serokkomariya Tirkiyeye.

BDP bi fesihkirinê ji holê ranekirin lê bi formolek din ev yek pêkanîn. Navê BDP kirin DBP(Partiya Herêmên Demokratik) Lê wek her tiştekî ev yek jî bi zimanê Tirkiye.

Guhertinên di nava PKKê û sedemên wan tên zanîn.

Lê ku BDP nehat fesih kirin û temamî tevlî HDPê nebûna wê û guhertina navê BDPê helwestek ya bingeha ku xwe kurd dibînê bû.

Lê ew bingeh jî bi serokatiya Emine Ayna hate cezakirin. Emine Ayna bû hevseroka partiya navê nû. Ji xwe hatina Ayna jî kifşe ku armanc û berê vê partiyê li kûye. Ji berku Emîne Ayna jî di nava PKKê de yek ji wayên Kemalist e.

Nûçe/Analîz

Back to top button