Civak

Ciwan arîkariya malbatên hewce dikin

 

Dezgehên sivîl yên siyasî û civakî li gora pêdiwîyên civatê çalakiyan li dartêxin. Tevgera Ciwanên Kurdistanê dezgehek ji wane ku di aliyê siyasî de bi xwedî derkevtina nirxên netewî û herweha parastina mafên netewî yên rewa yê Kurdan tê naskirin.

Di aliyê civakî de gelek çalakiyên hêja dike. Yek ji wan ewe ku di komeleyên xwe de kursên zimanê kurdî vedike, li hinek cihan kursên zimanêingilizi vedike. Herweha li ser dîrok û bûyerên Kurdistanî semîneran li dartêxe. Gelek di babetên cuda de li gora xwe û imkanên xwe ciwanan perwerde dikin.

Dema hatina meha remezana pîroz ciwanên Kurdistanê li komeleya xwe ya Qoserê dest alikariyê kirin .Koliyên arîkariyê li malbatên hewce belav kirin. Ev çalakî li hemû Komeleyên din belav bû.

Têzanîn ku gelek malbat li herêmê hene ku êvara li şîva xwe dimînin heyirî. Li serde Kurdên me yên Rojava ku penaber bûne gelek zehmetiyek mezin rojane dikişînin.

Ciwanan arîkarî ji xelkê daxwaz kir daku arikariya malbatên hevce bike. Xelkê bersiva Ciwanên Kurdistanê da û bi rojane bi sedan koliyên xwarinê rêkirin avahiya Komeleyên Ciwanên Kurdistanê.

Ciwanan jî malbatên hevce tesbît kirin êvaran ev kolî gihandin malbata.

Welê bû ku avahiyên Komeleyên Ciwanên Kurdistanê bûn wek marketên xwarinê. Lê di vê meha pîroz de ev çalakî gelek bi wate bû.

Ji aliyek din piranî ev çalaki ji aliyê grubên cemeta Gulen ve gelek dihatin kirin û armanca wan ji arikariyê zîdetir tiştên dibûn. Ev di civatê de tê zanîn.

Ev çalakiya bi wate ya Ciwanên Kurdistanê ji aliyê xelkê ve jî gelek tê teqtîrkirin.

Evin Ciwanên Kurdistanê, rojekî xwe tavêjin eniya şer li Başûr ji bo parastina welatên xwe, roja din li kolanên Diyarbekir bi Alayên Kurdistanê digerin û rojek din ji bo nasandina nirxên netewî çalakiyan dikin..

Tiştek ku zîde bê gotin tuneye..Bila rêya we vekirîbe.

Back to top button