Ayhan: Kobanî bila nebe Helepçeya dûyemîn
Daiş û piştevanên wî amadekarîya komkûjîyekî dijî Kobanî li ber çawên dewletên Muslumana dikin û piştî Helebçe armanca komkûjîye kî duyemîn bi serê gelê Kurd binîn. Çi ferqa wan komên çekdar ko li ser sînorê Turkîye ne û Suudî Erebîstan piştgîrîya wan dike, ji wan kesan tine ko kîmyabaran li ser Helebçe kirin. Yek ji wan wek ideolojîk Baasi bun û ew ên nahajî Selefîne. Lê piştewanên herdûyan jî li herême yeke. Dema balafirên Iraqê kîmyabaran li Helebçe dikirin yekîtîya Ereban xwepêşandana li dijî zulmên ser muslumanên dunyayê dikirin lê hîç behsa Helebçe nekirin. Amerîka û Yekîtiya Avrupa ko sîlahên kîmayayî dabune Saddam xwe li beramber Helebçe bê deng kiribun. Nahajî ew Muslumanên ko piştgîrîya Daiş dikin û devletên rojavayî ko li beramber kiryarên Daiş bêdeng diminîn naha li ber bûyerên Kobanî bê deng mane. Gelek silahên ko Amerîka dabu artêşa Îraqê naha derbasî destê Daîş bune. Rêweberîya Amerîka ji xwe dizanîya ko li Musulê û herêmen Sunnîyan çi cûrên sîlahan hene û cihên wan li kuye. Naha pirsîyar ewe ko bi alîkarîya dewletên Xalîcî Amerîka ew pêzanîn derbasê destê Daîş kirîye anjî Amerîka bi wî rêyê wan sîlahan transferê Daiş kiriye an nekirîye? Bi piştgirîya dewletên Rojawayî û Xalîcî Saddam komkûjîyan bi Kurdan dikir û îrojî bi piştgirîya wan dewletan Daiş li Kobanî û herêmen Kurdan amadeyîya komkûjîyan dike
Ew kesên ko her dem behsa zulma Esed û Malîkî dikin îro li beramber komkûjîya Kobanî bê deng diminîn. Armanca Daiş li Kobanî ne tenê YPG ye hemmu gelê Kurd hemmûye. Çawa ko li Enfal hemmu Kurd hedefên dijminan bun îrojî li Rojava Daiş dixaze komkûjîya gelê Kurd bike. Her wusa cigîrê serok vezîrê Turkîye Bülent Arinç îtîraf kir ko Daiş rexistînekî terorî û komkûjîyîye helwestên Turkîye ên sîyasî, exlaqî û însanî li beramber wan buyerên ne dîyare ko tenê 10 km ji sînorên wî dure. Eger gelê Kurd li ber çawên Turkîye bêne komkûjîkirin di wî demî da baverîya Kurda li beramberî jîyaneki hevpar bişkê.
Di alîyekî din daxuyanîya Serokatîya Kurdistanê ko behsa parastina hemmû axên Kurdistanê dike gelek giring û bi nirxe. Baverîyekî gelek mezin a gelê Kurd li beramber axaftin û sîyaseta Serok Barzanî heye. Peywîste bê zanîn ko gelê Kurd wê bibin yek li dijî wan amadeyîyên komkûjîyan. Peywîste ko Serokên Kurdan gawên peywîst di demekî nîzîkta bavejin ko carek din Helebçeye kî duyemîn ser gelê Kurd da neyê kirin. Gelê Kurd hêwîya wî tiştî dikin ko Parlemantoya Kurdistanê bi lezî ser bûyerên Kobanî kom bibe û ser wî bûyeran tedbîren peywîst helînin rojevê.
Daiş bi îttîfaqên derbasî îro hate wî quwweta xwe. Ji bo ko grubên hemberên xwe têk bibe bi dîjminên xwera îttîfaqên bi dizî kir. Li Surîyê îttîfaqa xwe a herî mezin bi Esedra kir û li Raqqa revêberîya xwe damezrand. Dema Daîş çekdarên Artêşa Surîya Azad dikuşt Esad Daîş diparast. Ji ber nakokîyên navbera Turkîye û PYD, Daiş ji bo piştgîrîya Turkîye bistîne li Rojava erîşî Kurdan kir. Îrojî bi piştgîriya hindek komên din Daiş êrîşê Rojavayê Kurdistanê dike. Lê îro Kurd ferq kirine ko armanca Daiş êrîş kirina ser hemmu gelê Kurdaye. Gelek eşgereye ko piştî Kobanî wê Daiş êrîşî Efrîn, Cizîr û herî dawî Başûrê Kurdistanê bikin. Naha armanca wan ewe ko yekîtî û biratîya Kurdan li Kobanî bişkînin. Eger Hukumeta Başurê Kurdistanê û Kurdên başur li beramber wan êrîşan bêdeng bimînin, dema Daiş êrişî başurê Kurdistanê bike ji ber ko tu hêz ne li bakur ne jî li Rojawa nemînin ko alîkarîya Başur bikin li beramber êrîşên Daiş, wê Başûrê Kurdistanekî bikewe xeterîye li beramber êrîşên Daiş. Ew nûçeyên ko bi navê Plana
Umman hatine ragihandin ko îddîa dikin Partîyên Kurd û Daîş di îttifaqêdane, ew nûçeyên husa ixanetekî mezinin ji bo yekîtiya gele Kurd. Hemmu welatperêzen Kurdistanê bifikirin ko ew nuçeyen husa tenê ragihandin armanca wan ewe ko jibo birakujî bixin nava Kurdan. Di wî demîda bi taybetî li beramber êrîşên Farisa û Ereba peywîste ko helwestekî Kurdistanî bê helanîn. Ji ber ko li Rojawa Helebçeya duyemîn çênebe peywîste ko hemmu Serok û partî û gelê Kurd ji bo Kobanî helvestekî hevpar helînin û piştgirîya Rojawa bikin.
Assoc. Prof. Dr. Veysel Ayhan
Serokê Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR)