Polîtîk

Tu têkeliya wî bi KDPê û Kurdistanê ve nîne

Çavkaniyekê ji Partiya Demokrata Kurdistanê ji malpera kdp.info re ragehand ku, Fazil Berwarî bi tu awayî peywendî bi Partiya Demokrata Kurdistanê ve nîne û ew bi tenê generalekî arteşa Îraqê ye û temsîla KDP û Kurdistanê nake.

Ew çavkanî dibêje:

          Ev demeke di hindek saziyên mediyayê de û di ragenadina kurdistanî û îraqê de navê Fazil Berwarî berprisê firqeya Altonî ya hêzên Malikî tê gotin û ew saziyên ragehandinê wisa didin xuya kirin ku, Berwarî ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê ve ye.  Em gişt aliyan agadar dikin ku, Fazil Berwarî bi tu awayan peywendî bi Partiya Demokrata Kurdistanê ve nîne û bi tenê ew generalekî arteşa Malikî ye û karkirin û daxuyaniyên wî peywendî bi şexsê wî û arteşa Maliokî ve heye û li ser Kurdistan û Partî nahên hisab kiri.

Weke tê zanîn Berwarî generalekî arteşa Malikî û ew li Îraqê bi serokê firqeya Altonî tê naskiirin.

Back to top button