Polîtîk

Piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin

Li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê  Rêzdar Mesûd Barzanî Parlemena Kürdistanê civiya.Parlemena Kurdistanê dê demekê tesbît bike ku ji bo li Kurdistanê referandûmeke  jibo  serxwebûnê  bê  lidarxistin.Herweha ji bo pêk anîna maddeya 140 ê jî dê referandûmeje din pêk were.Em  bi hestên  Kurdistanî  pêşewaziya van her du biryarana dikin.

Cîhê şanaziyê  ye ku îro hemû hêzên siyasî yên başûrê welatê me bi yekdengî , bi hemahengi û bi hikûmeteke  yekgirtî pêşewaziya vê pêvajoyê û van biryarana dikin.
Serxebûn mafê miletê me yê rewa ye. Êdî tu qanûn û şerd û merc nikare vê neheqiya navneteweyî  berdewam bike. Êdî ev kirasa ji miletê me re û her weha ji rastiya herêmê û dinyê re teng tê.

Em li her çar perçeyên  Kurdistanê mafê çarenûsiya miletê Kurd, mafê dewletbûna Kurd û Kurdistaniyan diparêzin.
Hewldana Partiyeke Kurdistanî bi hemû coş û hestên xwe yên Kurdistanî piştgiriya biryara referanduma   serxwebûnê dike.Emê bi rêzdarî pêşewaziya biryar û îradeya gele xwe bikin.

Piştgirî girtina vê gava dîrokî wekî wazîfeyeke dîrokî li ser milên hemû Kurd û Kurdistaniyan e.Jibo  piştgirî û lê xwedî derketina vê gava birayên me yên başûr, em bangî hemû hêzên neteweyî dikin ku   çalakiyan li dar bixin.Roj roja yekitiyê û lê xwedî derketina dewleta me ya Başûrê Kurdistanê ye.08.07.2014

Bijî yekitiya hêzên neteweyî.

Bijî mafê çarenûsiya miletê Kurd

Bijî Kurdistan

Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî

Back to top button