Eger Amerîka bêje na jî dê serxwebûn bê ragehandin
Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ku, niha bi serdanekê li Waşîngtonê ye, di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku, eger gelê Kurdistanê di referendomê de ji bona serxwebûna başûrê Kurdistanê bêje belê, bi dilê Amerîkayê jî nebe dê serxwebûna Kurdistanê bê ragehandin.
Kanala PBS a amerîkayî hevpeyvînek digel Felah Mistefa berprisê têkeliyênderve yê hikûmeta herêma Kurdistanê encam daye û wî weke wezîrê derve yê Kurdisdtanê dide nasîn.
Mistefa dibêje ku, ji bona diyarkirina çarenivîsa başûrê Kurdistanê, serokatiya herêma Kurdistanê biryar daye referendomê saz bike û eger Amerîka bêje na jî, lê eger gelê Kurdistanê bêje belê ”em dê serxwebûna Kurdistanê îlan bikin.”
Mistefa di hevpeyvînma xwe de dibêje ku, gelê Kurdistanê gelek nexweşî û karesat li ser destê hakimên Îraqê dîtine û di van salên dawiyê jî, di Îraq nû jî de, gelê Kurdistanê hatibû piştguh xistin û ”êdî dem hatiye gelê Kurdistanê çarenivîsa xwe diyar bike û em hêvîdar in civaka navdewletî jî pişgiriya gelê Kurdistanê bike û rewşa Kurdistanê têbigihe.”