Cîhan

Kurd ji bo serxwebunê hewldidin

Heyeta Kurdistanê ku ji Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêkhatibûn li gel birêz John Kerry Wezîrê Derveyê Amerîka civiya.

Di destpêka civînê de Wezîrê Derveyê Amerîka xweşhaliya xwe bi serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Amerîka nîşanda û ji bo wê pêşwaziya germa ku heftiya derbasbûyî li Hewlêrê li wan hatibû kirin spasiya Hikumeta Herêma Kurdistanê jî kir.

Wezîrê Derveyê Amerîka kurte behsekî di derbarê encama serdana xwe ya Bexda û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û tîşk xiste li ser pêşhatên dawî ya Iraqê û tekez kir ku pêwîste hemû alî beşdarî berev pêşvebirin û binyatnana proseya siyasiya li Iraqê bikin û daxwazkarbû ku hemû aliyek li çarçêweya Parlemenê bikarin ku her sê Serokayetiyên li Iraqê pêkbînin bo ku ji vê qonaxa metirsîdar derbas bibê û rûbiruyê terorîstan bibin heta asayîş û aramî vegerênê Iraqê.

John Kerry bi şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îdareya Amerîka agahdarî dîroka xebata mîlletê Kurde û ji daxwaz û hêviyên wan têdigihîn, heman demî de tekez kir ku rola Kurd bi girîng wesif kir ku heta niha beşekin li serxistina proseya siyasiya li Iraqê û bi taybetî jî Herêma Kurdistanê.

Li beramber da Fuad Husên ji bo wê pêşwaziya germa ku li wan hatiye kirin spasiya Wezîrê Derveyê Amerîka kir û xweşhaliya xwe derbirî ku piştî serdana wan ya Hewlêrê dûbare wê derfetê ji bo wan rexsandiye.

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi têr û tije behsa guhertinên dawî ya qada siyasiya Iraqê kir û bi Wezîrê Derve re ragihand ew guhertinên ku piştî 09/06/2014 dirust bû rastiyeke nû aniye pêşve û pêwîste bi siyaset û nêrîneke cûda muamele li gel pêvajoyê de bê kirin. Her wiha ragihand ku rewş dixwazê Herêma Kurdistanê dû aliyan ve biçe. Yekem: Kurd berdewam bê li dîtina rola xwe ya serekî ya ji bo serxistina proseya siyasiya li Bexda û çareserkirina kêşe û wan aloziyan.

Duyem: Kurdistan berdewam bê li parastina sînorên Herêma Kurdistanê û her wiha berev pêşvebirina warên aborî û asayîş û binyatnana damezraweyî û xwe amadekirina mafê çareya xwenivîsîn.

Her li vê hevdîtinê de danustandina bîr û ramanan kirin ku behsa serxistina proseya siyasiya Bexdayê kirin û her wiha xwe amadekirina yek alî kirina aloziyên li Bexda û diyar kirina postên Serokayetiyan hate kirin.

Di derbarê tevgerên terorîstan û berfirehkirina wan navçeyên ku dest li ser da girtine, şanda Herêma Kurdistanê tekez kir ku ji bo parastina Herêma Kurdistanê dijî terorê radiwestin.

Wezîrê Derve şanda Herêma Kurdistanê dilniyakir ku Amerîka amadeye piştgîriyeke tevahî li Herêma Kurdistan û Iraqê bike ku rû bi rûbuna teror û nehiştina wan ya li navçeyê da bike.

Back to top button