Cîhan

Dê ziyanek mezin ya dewleta Kurdî hebê

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî derbarê daxuyaniya serkirdeyên Başûrê Kurdistanê li ser mafê çarenivîsiyê de ragihand ku “tiştek bi navê mafê çarenivîsiyê di destûr de tine ye”.

Nûrî Malikî di gotara xwe ya heftane de behsa mijara avakirina dewleta Kurdî kir û got ku “ew dewlet dê ziyaneke wê ya mezin hebe”.

Malikî herwiha got “Di destûra Iraqê de ti tiştek bi navê mafê çarenivîsiyê tine ye”.

Derbarê egera pêkanîna referandumekê li Başûrê Kurdistanê de ji bo ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, serokwezîrê Iraqê got “Gelê Kurdistanê wê vê yekê qebûl neke”.

Nûrî Malikî herwiha got “Reftara Herêma Kurdistanê di vê rewşê de nayê qebûlkirin û em ti referandumekê jî qebûl nakin. Şerê me yê îro ji bo parastina yekîtiya Iraqê ye”.

Derbarê benda 140 a destûra Iraqê de, Malikî anî ziman ku “benda 140 bi dawî nehatiye û nehatiye cîbicîkirin”.

Roja înê 27/6/2014 serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kongreyeke rojnamevaniyê de ligel wezîrê derve yê Berîtanya gotibû ku “benda 140 a destûra Iraqê hat cîbicîkirin û bi dawî hat”.(Rudaw)

 

Back to top button