Şandeya Kurdistanê kirîza Îraqê bir Waşîngtonê
Şandeya herêma Kurdistanê digel berprisên ewlehiya netewiya Amerîkayê civiyan û pê re kirîza Îraqê û rewşa herêma Kurdistanê pê re gotûbêj kir.
Heyeta herêma Kurdistanê ku, ji Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê pêk tê, di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, li Waşîngtonê, digel berprisên ewlehiya netewiyî û berprisên têkeliyên derve li Kongres û Senat civyan û kirîza Îraqê, şikestina leşkerê Îraqê û ketina çend wîlayetên Îraqê bin kontrola çekdarên hêzên şidetxwaz, gotûbêj kirin.
Şandeya herêma Kurdistanê di civînên bi berprisên amerîkayî re helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê lid or kirîza Îraqê, rewşa Kerkûkê, madeya 140ê û hin mijarên din zelal kir.