Polîtîk

Li Zanîngeha Selahaddîn Eyyûbî her sê zaravayên Kurdî fêr dikin

Zanîngeha Selahaddîn Eyyûbî ku yekemîn zanîngeha weqfê ya Diyarbekirê ye. Zanîngeh di sala perwerde û hîndekariyê ya 2014 û 1015an de dê yekemîn car dest bi wergirtina xwendekarên xwe bike.

Prof. Dr. Ekrem Dogan Rektorê Zanîngeha Selahaddîn Eyyûbî di baxçeyê kampusa Zanîngeha Selahaddîn Eyyûbî de civîneke rojnamevaniyê li dar xist. Prof. Dr. Dogan da zanîn ku zanîngeh di 16ê sibata 2013an de bi awayekî fermî hate damezrandin û zanîngeh dê di sala perwerde û hîndekariyê ya 2014 û 2015an de xwendekarên xwe yên pêşîn werbigre. 

Dogan diyar kir ku di serî de beşên wekî Fakulteya Zanistên Kargeriyê û Îqtisadê, Fakulteya Zanistên Tenduristiyê, Fakulteya Mîmarî û Endazyariyê, Fakulteya Îlahiyatê û Dibistana Bilind a Zimanên Biyanî ya 4 salî bi tevahî dê pênc faklute hebin. Her wiha dê digel van fakulteyan Enstîtuyên Zanistên Civakî, Zanistên Fenê, Zanistên Tenduristiyê û Zimanên Herêmî hatin vekirin. 

Dogan got ku dê li zanîngehê digel îngilizî, yek ji Kurmancî, Zazakî û Soraniya zaravayên Kurdî dê bêne hînkirin û wiha axivî: “Xwendekarên me dê îngilizî gelekî baş hîn bibin û bi wî awayî mezûn bibin. Di heman wextê de armanca me ew e ku em ji kurmancî, zazakî û soraniya zaravayên kurdî yekî hîn bikin. Em dê di beşa hemşîretiyê de dersên kurmancî û zazakî di beşa Bazirganiya Derve de jî zaravaya soranî hîn bikin. Piraniya xwendekarên ku dê li zanîngeha me qeyda xwe çêkin dê ji herêmê bin û kurdî bizanibin.” 

– Navê zanîngehê çima Selahaddîn Eyyûbî ye?

Navê Selahaddîn Eyyûbî hem li alema îslamê hem jî ji aliyê civaka rojava ve tê zanîn û ji bo cîhana roja me nîşana aştiyê ye ku zehf dixwazin bi dest bixin.

Dogan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Zanîngeha me li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bilî Gazîentabê zanîngeha ewilîn a weqfê ye. Zanîngeha me jî dê di nav rêbernameya YOKê ya ji bo sala Perwerde û Hîndekariyê ya 2014 û 2015an de cî bigire. Dogan got ku dê ji bo beşa hemşîretiyê 60, ji bo fîzyoterapiyê 60, Sepanên Bac û Mûhasebeyê 50 û ji bo Bazirganiya Derve 50 bi tevahî dê 280 xwendekaran bigirin. 

Back to top button