Polîtîk

Li Çolemêrgê çanda Kurdî fêrî xwendekarên biyanî kirin

Li çarçêweya projeya “Show Your Culture Through Your Own Language/Çanda xwe bi zimanê xwe bide nîşandan” çendîn xwendekar serdana bajarê Çolemergê kirin û xwendekarên biyanî li wir çanda Kurdî fêr bûn.

Projeya ku ji aliyê Zanîngeha Hakkari ve hatibû amadekirin ji çendîn welatên biyanî yên wekî Polonya, Îtalya, Gurcistan, Azerbaycan, Ukrayna, Romanya û ji Qirgizistanê 35 xwendekar serdana bajarê Çolemergê kirin.

Li vê bernameyê de ji aliyê xwendekarên zanîngeha Hakkari ve ku bi cil û bergên Kurdî pêşwaziya mîhvanên xwe kiribûn, xwendekarên biyanî fêrî gotinê pêşiyên Kurdan, stranên gelêrî, edebiyata devkî û şahî û govendên Kurdî kirin.

Back to top button