Polîtîk

PYD: Goran were,PDK-S here

Li Bacarê Silêmaniyê civînek di navbera berpirsên Koantona cizîrê û Tevgera Goran de pêkhatiye. Di vê civînê de ji Goran daxwaz hatiye kirin ku ew li Rojavayê Kurdistanê nûnertiya xwe vekin.

Li Silêmaniya civîna li gel Goran

 

PYD bi hevkariya rejimê rê nade ku partiyên Kurdistana Rojava li welatê xwe cih bibin û siyasetê bikin. Lê daxwaz ji hinek rêxistinên Başûr dikin ku nûnertiya xwe li Rojava vekin.

Bingehê siyaseta ku li dijê xeta netewî li gel rejimên herêmê re hatîn danîn naxwaze kurd li gel kurdan hevkariyekî pêkbînin. Ji bo rastiya xwe jî derneyên holê bi hezar fena dikin.

Çekdarên PYDê tabeleya PDK-S anîn xwar

Doh li bajarokê Girgê Leqê li Rojavayê Kurdistanê çekdarên PYDê tabeleya Partiya Demokrata Kurdistana Suriye rakirin û avahiya wan dager kirin.

PYD gelek vekirî bi hevaltiya rejima Esad nahilê partiyên Kurdistana Rojava li ser erdê xwe bimînin û siyasetê bikin.

Lê bi manevrayên siyasî stûna didin ber rejima Esad da ku hilnaweşe.

Gelek vekirî siyaseta PKKê li Rojavayê Kurdistanê bi zelalî tê zanîn.Niha pirs ewe ku mirov pişgiriya vê siyaseta girêdayî rejima Esad bike yan li dijê hemû xirabîya ku xeta netewî aloz bike derkeve.

Back to top button