PJAK baweriyê li doza netewî nayne
Bangewazî ji bo hemû hêz û rêxistinên Niştimanperwer li Rojhilatê Kurdistanê
Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji alîya Rejîma Îranê tên girtin û kuştin,disa têkoşîna azadiyê ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Kurdên li zîndanên Îranê li ber xwe didin .
Heya Îro bi hezaran kes di rêya Azadiya Kurdistanê da canê xwe fîda kirin, Lê mixabin PJAK şaxê PKKê li Rojhilatê Kurdistanê bi harîkarî Rejîma Komara Îslamî ya Îranê xwe li ser xelkê Rojhilatê ferz dike û xwe vekê Nûnerê xelkê dihesibîne. Çend roja berî niha li Qendîlê kongreya xwe li darxist û li ser daxwazê Rejîma Îranê navê Kurdistanê ji serxwe rakir û dixwazin vekê mixatibê gelê Kurd ligel hikûmeta Îranê gotûbêjê bikin û edî bawer bi doza netewî gelê Kurd nakin.
Em Şano û hîlebazîya PKK/PJAKê û Rejîma Îranê bi tundî Şermezar dikin û wan hişyar dikin gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ne bêxwedîye û Rêbazên Komara Araratê, Şêx said,Simko ,Barzanî ,Qazî Mohamed û Dr Qasimlo berdewam dikin û tu hêzek nekare bi darê zorê bîr û baweriyên xwe yên pûç û bêbingeh li ser gelê me ferz bike.
Em Bang li hemû hêz û rêxistinên Niştimanperwer li Rojhilatê Kurdistanê dikin ku pir ciddî li ser pîlanên PKK û Rejîma Îranê ku li ser xelkê Rojhilatê dimeşînin rawestin .
BIJÎ KURD Û KURDISTAN
Tevgera Şoreşgerên Araratê
13/05/2014