Polîtîk

Barzanî: Hemû Kurd di derbarê Iraqê de yekhelwest dibin

Îro sêşem 13.05.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Bret McGurk Şêwirmendê Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de pêvajoya siyasiya Iraqê û proseya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê li 30 nîsana derbasbûyî hate nirxandin û di derbarê Hikûmeta nû ya Iraqê û beşdariya Kurd li proseya siyasî û hikûmeta nû de guftûgoyê kirin. Her li vê hevdîtinê de Şêwirmendê Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka ji bo nêzîkbûna pêkanîna kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe nîşan da.

Di derbarê kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ji bilî paşketina pêkanîna kabîneya nû, lê belê Herêma Kurdistanê dibê xwediyê Hikûmetekî bi hêz ku hemû aliyek têda beşdar bibin. Di derbarê beşdariya Kurd li proseya siyasiya Iraqê û Hikûmeta nû ya Iraqê Serok Barzanî ragihand hemû aliyên Kurdan bi pêkve li ser çawayiya hengavên pêş ya proseya siyasiya Iraqê rêkdikevin û helwestekî wan yê hevbeş dibe.

Back to top button