PJAK dibe du beş
Hat zanîn ku Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) piştî damezrandina Komelgay Demokratîk û Azadiya Rojhilat (KODAR) dibe du parçe.
Li gor agahiyên BasNewsê, damezrandina KODAR’ê bû sedema nerazîbûna hejmarek endamên PJAK’ê. Tê gotin ku ewên nêzîkê serokê berê yê PJAK’ê Hacî Ehmedî ne, li dijî damezrandina vê rêxistina nû ne û bi baweriya wan programa KODAR’ê li ser bingeha destûra bingehîn a Îranê hatiye nivîsîn.
Baskekî din ku alîgirê vê rêxistina nû ne, wek baskê Îmralî tê naskirin û dixwazin bi vê rêyê ligel hikûmeta Îranê û berpirsên ewlekariyê yên wî welatî gotûbêjê bikin. Lê hikûmeta Îranê di çend rojên borî de ragehandi ku ligel PJAK’ê rûnane û hemû gotûbêjeke ligel wê partiyê jî red kir.
PJAK’ê di kongreya çarem de ku meha borî li Qendîlê birêve çûbû, kesê yekem ê PJAK’ê Rehmanê Hacî Ehmedî di dengdaneke nehênî de da aliyekî û sîstema serokatiya partiyê jî guhert û bû hevserokayetî.
Di kongreya dawî ya PJAK’ê de gelek guhertin di nav partiyê de hatin kirin, yek ji wan jî lidarxistina kongreyê ye ku her du sal carekê birêve biçe. Guhertineke din jî ew bû ku du kes hatin diyarkirin wek hevserok, wate sîstema hevserokatiyê.
PJAK’ê berî niha ragehandibû ku di civîneke çapemeniyê de navên hevserokên nû yên KODAR’ê ji raya giştî re eşkere dikin, lê belê heta niha ew civîna çapemeniyê ji ber nakokiyên navxweyî nehatiye kirin û tê paşxistin.
Bas