Nivîsar
Serokwezîr yekşemiyê diçe Bexdayê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke bala dê roja yekşemiyê (15.02.2014) serdana Bexdayê bike û dê pirsa hinartina nefta Kurdistanê bo derve û pirsa budceya Îraqê a sala 2014ê û pişka herêma Kurdistanê ji weê budecye digel berpirsên hikûmeta Bexdayê gotûbêj bike.
Weke tê zanîn heyameke hikûmeta Îraqê budceya herêma Kurdistanê qutkiriye û rê jî nade herêma Kurdistanê neftê bi rêya Tirkiyeyê bighîne bazarên cîhanê. Qutkirina budceyê li ser herêma Kurdistanê alozî li herêma Kurdistanê çêkiriye û meaşê karmendên hikûmetê tê texîr kirin.