Cîhan

Kurd dixwaz in sud ji sîstema federaliya Kanadayê werbigirin

Piştî bi serdaneke fermî, duhî, gihiştiye herêma Kurdistanê, Lîn Yalîç wezîra dewletê bo karûbarên derveyên Kanadayê û şandeya pê re, îro serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Misefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de ku,  Mistefa behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê berfirehkirina têkeliyan bi cîhana derve re, geşkirina sektora aboriyê û parastina emin û îstîqrara herêma Kurdistanê kir:

          Em dixwaz in têkeliyên me digel welatê Kanadayê, ji bona berjewendiyên her du aliyan, bikevin di qonaxeke nû û pêşkeftî de. Em hêvî dikin ku, ev serdan bibe sedemê destpêka xurtkirina têkelyên navbera Kurdistan û Kanadayê, ji ber ku em dixwaz in sud ji tecrûbeya welatê Kandayê, bi taybetî di warê federalîzim de, werbigirin. Em di wê baweriyê de ne ku, ev serdan dê bibe hokarê avakirina têkeliyan di navbera  zanîngeh, odeyên bazirganî û pêşesazî  û saziyên din yên her du aliyan de. Kanada dikare herêma Kurdistanê weke deriyê derbazbûna nav bazarê Îraqê bikar bîne.

Ji aliyê xwe ve, Alîn Yalîç wezîra karûbarên derve ya Kandayê got ku, ew gelek bi serdana herêma Kurdistanê kêfxweş e û hêvî dike ku, ev serdan bibe destpêka avakirina qonaxeke nû ji têkeliyan digel herêma Kurdistanê:

 

          Em dixwaz in asta têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê û  Îraqê ber bi pêş ve bibin. Weke gava yekemîn îro, em, bi amadebûna  nûnerên çend kompaniyên mezin yên Kanadsyê, berprisên herêma Kurdistanê, karsazên har du aliyan, korbenda aboriyê li Hewlêrê saz dikin û her îro êvarê ofîsa bazrganiya welatê Kanadayê li Hewlêrê bi fermî vedikin.

Back to top button